Kildank û qutiyên xişran ên antîk

Di dîrokê de xwebedewkirin û xweşikahiya reng, dirûv û bedena insên ji bo huner bi awayekî diyarker jî hin demam rabûye. Ev du mînakên li jêr ku yek jê ji şaristaniya Misra kevin e lê li Sûriya îro hatiye dîtin û ya din jî ji Yewnana kevin e lê li Misrê hatiye dîtin, hinekî vê nîşan didin. Yek jê kildankek e û ya din jî qutiyeke xişran e.

Ev qutiya xişran a bi dirûvê qazê 13 santîman fireh e û 5 santîman bilind e. Tenê stû û serê wê realîst in. Ji diranê hespê Nîlê (hîpopotam) hatiye çêkirin. Ew li Ugarît di qebreke kevnar de sala 1931´ê hatiye dîtin û ji sedsala 13´an a beriya mîladê maye.

Ev kildanka ji axa pijandî a bi dirûvê jîjoyekî ji rojhilatê Yewnanistanê ye. Lê ew li Misrê hatiye dîtin li Naukratisê. Beriya mîladê bi 550 salî hatiye çêkirin. Bi destan hatiye çêkirin û hatiye boyaxkirin. 3 santîman bilind e, 4,8´an fireh e û berê wê jî 2,7 santîm in. Yanî ji bilî kildankiyê weke objeyeke neqişandina odeyan jî hatiye bikaranîn.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found