Kirasguhertina tehekûma pozîtîvîzmê

Pîrozkirina tiştan bi çêkirina mîtan pirraniya caran di nava civakan de tê biserxistin. Ji bo tiştên ku îdîa dikin aqlî û rasyonel in ên wekî zanistê jî bi heman rengî hatine pîrozkirin û qudsiyeta wan hem bi xelkê û hem jî bi pirraniya civata wê bi vî rengî hatiye pesendkirin.

Di rastiyê de ya diqewime, xapandinek û xwexapandinek e ku dixwazim îro di çarçoveya, navbirina ekolên ilmî de hema wisa bi kurtî behsa wan bikim. Ev yek nexasim di zanistên civakî de xwedî tesîreke diyarker e. Pozîtîvîzma sedsala 19´an û 20´an ku bi hişkiyeke natewe ya qaşo aqlî, bi kêra gihiştina di civakan, pêkhatina wan û têkiliyên wan ên di nava xwe de û bi dewrûbera xwe re, nehat, cihê xwe ji gelek teoriyên postmodern û postkolonyal re hişt. Teoriyên postkolonyal li aliyekî dihêlim,  berê xwe didim teoriyên postmodernîzmê. Di pozîtîvîzmê de tişta bi aqlê rasyonel û matematîkê bi awayekî li gorî “zanista” heyî dikare were dîtin. Ango bi awayekî giştî ne tenê nikare civakê fêm bike, ango analîz bike, li dijî civakê bi xwe ye. Ev dijberiya civakê ya pozîtîvîzmê bi modernîzm, postmodernîzmê li paş nehat hiştin. 

Modernîzma ku di dawiya sedsala 19´an û di pirraniya sedsala 20´an de xwedî dewreke sereke bû, li awayê ji rêûresmê yên huner, fîlozofî û heta zanistî weke ku êdî bi kêr neyên dinihêrî, ango ew ne li gorî civaka pîşesaziya modern tê de bi ser ketî ye. Ji ber wê hem analîzên wan û hem jî encamên wan red dikirin û qaşo tiştên nû diafirandin. Bi her halî herçî zanistên civakî bûn, ji fonksiyonalîzmeke hişk pê ve zêde berdariyeke wê ya darî çav çênebû, bi ser de jî di warî têgihiştin û terîfkirina civakan de jî bi bin ket. Di salên 60´î yên sedsala bihurî de bi pêşengiya Jaques Derrida û Michel Foucault awayekî nû yê hizirîna li ser civakê û analîzkirina wê û diyardeyên wê derket pêş. Êdî gotarên siyasî, civakî, dînî û çandî ne weke diyarde, lê aktorên diyarker ên pêkhateyên civakî û heta pêkhatina sîstemên siyasî û civakî dikarîn werin nirxandin. Ev ekola Fransî ya postmodernîst heta roja me ya îro jî di ilmên civakî de diyarker xuya dikin. Derrida li ser fikra dekonstruksiyonê ya Heiddeger fikra xwe dewam kiriye û xwendineke ji nû ve ya metnên bingehîn ên fîlozofîk ên serdema antîk pêşniyaz dike ku li gora wî xwendina wan a ji rêûresmê rê li ber bi şaşî têgihiştin û analîzkirinê vedike. Ew di heman demê de fikra çerxa navxweyî ya di navbera têgeh û encaman de jî bi pêş dixe ku wî dike afirînerê fikra dekonstruksiyolîzmê.

Herçî Foucault ye, ew fikrên mîna rejîmên diskursiv (rejîmên elaqedarî gotarên civakî, siyasî û hwd.). Foucault îdîa dike ku hukmê aqlî, pratîkên civakî û tişta jê re “biyohêz” tê gotin, ne ku tenê nabe ji hev bên qutkirin, her weha ji bo hevûdin diyarker in jî. Bi vê hizra ku dibêje, gotar dikarin maneyan û diyardeyan diyar bikin, Foucault rê da ber civakzaniya û gelek zanistên civakî yên din ku bi hostetî yan jî bi xeşîmî ji aliyê gelek aktorên siyasî jî tê tetbîqkirin.

Herçî postmodernîzm e, dema ku mirov ji awirê civakan, qenciya koma civakan û xêra dinyaya me lê binihêre, bêhtir di encamê de veguherî sîstemeke fîlozîfîk a  “ehmeqiyeke bikarbar” ku bi rêya di gelek zanistên insanî û civakî bû maşika aktorên xwedî armancên xwedîbûna hêz û kontrolkirina civakî û siyasî. Ango aqûbeta wê ya modernîzm û pozîtîvîzmê ji hev cihê nîne. Ji bo destwerdanan avakirina diyardeyên civakî bi rêya gotaran, bi gotaran avakirina nasnameyan û hwd. ji van rêbaz û pratîkan hinek in ku rojane em bi wan re di asta makro de rûbirû dimînin, lê belê di astên piçûktir de yên wekî şirket û heta bi malbatê jî li kar in û bi kêr tên.

Ji ber vê yekê divê awira li civakê dinihêre û armanca têgihiştina civakê diyar bibe ji bo teoriyeke bikêr a ji bo xêrûbêra civakê bi pêş keve. Lewma dema armanc birêvebirina civakê be, sîstemên teorîk yên ji bo têgihiştina wê jî li vê armanca tên anîn. Dema ku armanc xêrûbêra civakê û mirovî be, hingê divê mirov li pirsgirêkên sereke yên civak û ferdan binihêre ku ew jî azadiyê. Hingê jî sosyolojiyeke ji bo azadiyê û sosyolojiyeke astengkirina birêvebirina xwe dikarin bibin bersiva tehekûma pozîtîvîzmê li ser meydana zanistî, pê re jî meydanên siyasî û civakî ku îro di bin kirasê modernîzm, postmodernîzmê de karîgeriya xwe dewam dikin.  

Yazarın diğer yazıları