Kobanê bi sporê re bila dibe

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantonê Kobanê dewreya 36 mamosteyên sporê qedand. Perwerde bi hevkariya Desteya Perwerdeyê bi armanca 36 mamosteyên sporê hatibû destpêkirin. Dewreya perwerdê duh bi merasîmekê li Peymangeha Şehîd Viyan Amara bi dawî bû. Di merasîmê de, Seroka Desteya Ciwan û Werzîşê Almar Romî, Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Îsa û endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl amade bûn.Almar Romî spasî li xebatkarên perwerdeyê kir û da xuyakirin ku armanca vê dewreyê ew e ku rihê werzîşê li dibistanên Kobanê vejîne û zarokên herêmê ku ji werzîşê mehrûm bibûn teşwîq bibin.

Ji bo xurtkirina perwerdeyê

Nesrîn Ehmed jî diyar kir ku wan hemû derfetên xwe ji bo xurtkirina perwerdeyê pêşkêşkirine.

Di merasîmê de, Koma Şano ya Yekta ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şanoyeke li ser rola ciwanên Rojava û pêwîstiya wan bi mamosteyên sporê pêşkêş kir. Di dawiyê merasîmê de mamosteyan bawernameyên xwe wergirtin.

Mamosteyên dewre bi dawî kirin, wê dersên sporê li dibistanên kantonê bidin.

KOBANÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found