Koçberiyek ber bi mirinê ve!

Jiyanê li ser vê erdnigariyê ji wateya xwe ya rast dûr dixin, wer wêran dikin ku kes nexwaze careke din li ser vê xakê bijî. Jiyaneke wisa nexwaze. Mirovên Rojhilata Navîn li pey jiyanê digerin. Li cihê ku rêya jiyanê wenda be, mirov amade ne di bin her şert û mercî de xwe li hemû zehmetiyan bidin û bigihînin jiyanê. Hêzên hegamonîk ji bo careke din venegerin ser xaka xwe, qaşo himbêza xwe ji xelkên rojhilatî re vedikin. Di bin navê derewa mezin a mafê mirovan de, mirovan dikin koleyên xwe. Her tim nihêrîneke wisa li gel xelkê me yên herêmê çêdikin ku li vî welatî jiyan nabe! Belê, rast e jiyana ku ew dixwazin ava bikin, jixwe ne jiyaneke rast e, ne jiyan lê mirin e. Heger mirov navê jiyanê lê bike şaş e. Mirinê ferz dikin û mirov ji neçarî, çûyîn, koçberî, birçîbûn û hema hemû zehmetiyan, heta bi mirinê jî dide ber çavê xwe û ji welatê xwe dûr dikeve û diçe. Pêla koçberiyê bi taybet çûyîna ber bi welatên Ewrûpa ve, ne rastiyek e ku em bipejirînin û li beramberî wê bêdeng bibin.

Em her tim dibêjin, li dijî Kurdan konsepteke nû di dewrê de ye. Herî zêde pîlana qirêj a dûrxistina ji xaka qedîm, li dijî wan neteweyan bûye ku berxwedanî hilbijratine. Ev karesat hatiye serê Kurdan jî bêguman. Dema di berxwedana xwe de israr kirine, bi awayekî herî hovane hatiye qirrkirin. Wek ku dîsa dîrok xwe dubare bike, polîtîkaya li beramberî Kurdan vê peyamê dide; ‘Heger tu li ber xwe bidî, tu civak û kesayetek berxwedêr bî, wê halê te wiha be, ango mirin para te ye. Lê, wê kêliya te bêrumetî qebûl kir, serî tewand û bê îrade mayî, wê demê her tişt di xizmeta te de ye!’ ango jiyaneke bêrumet bi gotineke din mirin!

Me behsa konsepta li dijî Kurdan kir. Niha pîlaneke taybet ji bo bê Kurdkirina Kurdistanê û guhertina demografya wê heye. Koçberiya bi darê zorê yan jî koçberiya bi terciha xwe, di her du rewşan de jî serîtewandin e. Ji hemû parçeyên Kurdistanê bi zanebûn berê Kurdan didine derveyî welat. Bi behane û sedemên cûr bi cûr. Agahiyên zelal hene ku bi taybetî li Başûrê Kurdistanê hinek saziyên biyanî bi desteka partiyên ku xwe Kurd dibînin, rêya çûyîna welatên derve ji xelkê me yên Başûr, Rojhilat û Rojava re hêsan dikin. Bi taybetî ji bo xelkê me yê Êzîdî jî ev siyaset, lê ye. Kurdên xayîn ji sibê heta êvarê li ser hinek medyayan propagandaya metrepolên Tirkiyeyê dikin yan jî rêklama bajarên welatên Ewrûpa dikin. Ev wisa hema ji ber xwe ve nayê kirin. Li pişt van bernameyên wisa qaşo “bêguneh” reşkirina welat û pêkanîna pîlanên qirrkirinê heye. Baweriya xelkê Kurd a ku li welatê xwe bimîne, ava bike, derfetên jiyanê tê de çêke, dişikîne. Bi taybetî ji bo ciwan û jin ji warê xwe dûr bikevin, her cûre amûrên medyayê bi kar diînin. Hêviya têkoşînê zuha dikin, baweriya ku em dikarin bi têkoşîna azadiyê careke din welatê xwe ava bikin, dikujin. Xeyalên avakirina cihaneke sosyalîst û pêkanîna demokrasiyê, di dil û mêjiyê civakan de dikujin û wisa berê wan didin derve. Wek ku sosyalîzm li gel wan pêk hatiye, mirovan dixapînin. Li cihekî ku mirov xwedî îrade û azad be li wir tovên sosyalîzmê şîn dibin. Xelkên herêma Rojhilata Navîn ji vê re ne xerîb in, ji têkoşîna sosyalîzmê re dergûşî kirine. Mirov di hewşa xelkê de nikare dara xwe biçîne. Koka dara te li mala cîran û dar jî di mala te de be, ew dar ti caran nabe ya te. Li dijî konsepta bêkokkirinê, bê hafizekirin û qirrkirinê têkoşîna xwebûnê şerta herî esasî ya jiyanê ye. Koçberî tovên jiyanê li ser xaka me ziwa dike û nahêle şîn bibe. Dibe ku ez îro ji bo jiyana xwe ya şexsî xilas bikim, xaka xwe diterikînim, lê divê bizanim ku çarenûsa welatekî di destê min de ye. Heger ez tenê bi jiyana xwe bijîm, wê demê wateya jiyanê jî tineye. Heger civaka min di bin xetera qirrkirinê de be, ez xwe xilas bikim, wê çi bibe. Kesên ji civaka xwe dûr bikevin jî tenê dimînin û nasnameya wan ji holê radibe. Armanca koçberiyê jiholêrakirina civakbûnê ye. Koçberî nasnameya şexsî derdixe pêş û nasnameya neteweyî tine dike. Koçberî welatparêziyê dikuje û xakê di mejiyê me de bê wate dike. Koçberî dîroka hezarên salan nabîne. Em careke din heger bixwazin vegerin ser xaka xwe jî, êdî tiştek wê wek berê nebe. Dibe ku careke din em nikaribin deriyê mala xwe vekin û tê re bikevin hundir. Ji ber ku dixwazin hinek kesên din bikin xwediyê mala me. Ya herî rast em ti caran wî deriyî wisa li piştê nehêlin û neçin!

Yazarın diğer yazıları