Kofîsora min bejnzirava min

Dîdeban

Ev berhema nivîskar û rojnamevan Cengiz Aytmatov li Tirkiye û bakurê Kurdistanê wek berhemeke edebî ya bi kûrahî tesîr li xwendevanan û li civakê kiriye. Helbet sedemeke girîng û bingehîn ya vê tesîrê jî fîlmê bi heman navî yê ji aliyê Tûrkan Şoray û Kadir Înanir ve hatî lîstin e. Ev film di nav klasikên sinemeya Tirkiyeyê de cih digire û wek berhemeke efsanewî ya evînê jî tê qebûlkirin. Her çiqas mîna vegotineke çîvanokî – destanî û ji rastiya jiyanê dûr jî hatibe binavkirin, gava mirov li çavkanî û naveroka berhemên Aytmatov dinêre, derdikeve holê ku film jî li daxwaz û armancên nivîskarî tê. Li aliyê din hem çîrok û hem jî fîlm dijberiya çanda qehremaniyê jî dikin. Asel a bejinzirav û kofîsor a xwediya evîneke paqij û Elyasê hişlihewa yê dikare bêbextiyê bike wek du nûnerên nakok di çîrokê de cih digirin.

Nivîskar Cengiz Aytmatov ku ji aliyê Luis Aragon ve wek nivîskarê herî serkeftî yê destanên evînî hatiye pênasekirin di 12.12.1928 an de li gundê Şeker yê bajarê Talasê li Kirgisiztanê hat dinê. Bavê wî karmendekî dewletê yê wê demê bû, lê di sala 1938 an de hat îdamkirin. Diya wî hunermenda şanoyê bi eslê xwe Tatar bû. Aytmatov pir zû bi dijwariyên jiyanê hesiya, di 14 saliya xwe de dest bi xebatê kir. Pergala Sovyetê nû bû, gelek zehmetî û wisa jî şer li pêşiya civak û rêveberiyê bû. Li gel tevahiya astengiyan jî Aytmatov heta zanîngeha Moskovayê beşa edebiyatê li xwendina xwe dewam kir. Di sala 1952 an de dest bi nivîskariyê kir. Di sala 1959 an de jî di rojnameya Pravda ya komunîstan de wek peyamnêr dest bi kar kir. Piştre bi pirtûka Çîrokên Ji Çiya û Steban ve navdar bû. Heman berhema wî di sala 1963 an de hêjayê Xelata Lenîn hate dîtin. Di sala 1968 an de wek nivîskarê neteweyî yê Kirgisîztanê hat hilbijartin. Di demên cihê de wek karmend di deverên cihê de kar kir, piştî belavbûna Sovyetê jî li welatên curbicur wek sefîrê Kirgisîztanê xebitî. 

Nivîskar Aytmatov di berhemên xwe de çanda Kirgis pir bi berfirehî bikaraniye. Di gelek çîrokên xwe de mîtolojî, zargotin û vegotinên gelêrî bi hostayî neqişandine. Di vir de mirov têdigihije ku nivîskar bi miraza du armancan ve radibe. A yekem, zindîkirin û mayîndekirina çanda gelê xwe û ya duyem jî dewlemendkirin û bedewkirina berhemên xwe yên edebî ye. Di encamê de çîrokên ku dûvre wek destanên evînî hatîn hesibandin derketine holê û di nav edebiyata cîhanê de cihên balaberz girtine.  Her çiqas çîroka Bejinzirava Min ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê zêde navdar bûye jî, xeyn ji wê gelek berhemên Aytmatov yên girîng hene. Ji wan Cemîle jî herî kêm bi qasî Bejinzirava Min tesîr li civakê û wisa jî aliyên edebiyatvan kiriye. Nivîskar wek berhemên din di Cemîle de jî behsa civaka Kirgis ya wê demê dike. Çîrok di serdema şer de derbas dibe û dijwariyên pir giran li ser civakê ne. Jinên mêrên wan li eniya şer in di çi halî de ne? Aytmatov bi vegotina serpêhatiya evîna Cemîle û Daniyar wê dijwariyê radixe ber çavan. Berhem di wê demê de ji aliyê derdorên edebî û hela ji aliyê civakê ve bi bertekên tund ve tê pêşwazîkirin. Nivîskar li gorî demê karekî marjînal kiriye, jina leşkerekî li eniyê çawa bi kesekî din re direve? Ev bi tundî li dijî kevneşopî û toreyên gelê Kirgis e. Nivîskar rastî êrîşan tê, lê berhem di nav edebiyata cîhanê de dibe berdilka edebiyathezan. Çîrokeke din ya hêjayê behskirinê jî Kûçikê Belek Yê Li Qiraxa Deryayê ye. Di vê berhemê de jî Aytmatov çanda Kirgis li gel fanteziyên xwe bi hostayî honandiye. Keleka masîvanan ya di bin ewreke tarî de li navenda deryayê asê dimîne. Ne rê, ne nan û ne av heye. Kes nizane dem çi ye, çiqas û çawa derbas dibe. Hêdî hêdî xwe bera bin deryayê didin. Di wê dema kurt an dirêj de nivîskar wisa dike ku mirov bi kesayetên çîrokê re tî, birçî dimîne, xwe davêje deryayê û di encamê de jî li gel lawikê piçûk rizgar dibe. 

Nivîskar çend romanên hêja jî hiştin lê zêdetir bi çîrokên xwe dihê bîra gelek kesan. 

Li aliyê din nivîskarê navdar bi taybetî jî piştî belavbûna pergala Sovyetê ji aliyê nijadperestên Tirk ve wek sembola pantûrkîzmê hat pênasekirin ango xwestin di vî warî de bandorekê lê bikin. Heta ji aliyê hinan ve wek Ziya Gokalpê duyem jî hat binavkirin, lê nivîskar jiyana xwe her di nav tevgerên sosyalîstî de derbas kiribû, kesayetek wisa bilind yê edebî dûrê baweriyê ye ku xwe radestî nav pencikên dirinde yên nijadperestiyê bike. Di wî warî de agahiyên berdest ji îdiayan pê ve ne. 

Aytmatov gava di 10 ê Hezîrana sala 2008 an de li Elmanya di encama nexweşîna gurcikê de koça dawiyê kir, li dû xwe bi dehan berhemên payebilind yên edebî û çîroka jiyaneke serkeftî hişt. 

Di bîr û binhişa bi hezaran mirovî de gotina dawi ya qehremanê çîroka Kofîsora Min Bejinzirava Min ma; Bi xatirê te Asel, bi xatirê te Kofîsora Min Bejinzirava min, bi xatirê te evîna min, bi xatirê te strana min a nîvcomayî… 

Yazarın diğer yazıları