Kole nebû fikra wê hebû

LUQMAN GULDIVÊ [email protected]

Koledarî û kolebûn du peyv û têgihînin ku hevûdin temam dikin. Ango heger kole nehatibin çêkirin, koledarî nikare bê bicihkirin. Ji bo çêkirina kole jî, divê fikra kole bê çêkirin. Fikra ku kole dikarin hebin, dikarin weke kole hebin û dikarin weke kole bijîn. Bi ser de jî ji kolebûna xwe û koledariyê razî bin, heta ne tenê razî bin, amade bin ku şikir bikin. Mirov çawa fikreke wisa biafirîne ku karibe mirovan li hizreke wisa bibane. Her fikreke bi vî rengî pêdiviya xwe bi şert û mercên guncaw heye. Bi gotineke din di heştê nîskan nîsk tên çanîn, ne di demeke din û heger ne nîsk be muhtemelen ne di heştên nîskan de.
Ji ber wê jî dema ku em berê xwe didin çêkirina fikra “kole” divê pêşî em qebûl bikin ku di nava civakê de êdî hilberîneke zêde heye û hin kesên di navê de jî bi rêxistinkirina hilberînê û belavkirina berheman mijûl dibin. Ango karê ew dikin karekî bêhtir hesab û rêxistinê ye. Ev her du şert hebin jî fikra kole mirov çawa çêke. Mirov çawa ji endamên civakekê re bibêje, hûn kole ne?
Di nava civakê de ev kesên ku bi hesab û rêxistina hilberîn, dabeşkirin û parastina berhem û nexasim jî berhemê zêde mijûl, divê meyldarê wê bin ku berhemê hilberandî ne wekhev karibe bê dabeşkirin. Ev destpêk, razîkirina yên din ferz dike. Heta ku civak bi giştî neyê razîkirin, ne wekhev dabeşkirina hilberandina hevpar, ne mumkin e. Nexasim jî heger em qebûl bikin ku ti hêza siyasî û eskerî ya vê ferz bike jî li meydanê nîne, hingê heyatîbûna razîkirinê eşkeretir dibe.
Fikra nîzamê ku ji erka xwezayî ya organîzekirin û dabeşkirinê peyde dibe, û berhemê zêde ku bi awayekî xweber hizra pîroziyê bi temamê endamên civakê re peyde dike, gelekî muhtemel e ku pêşî li wan kesên rêxistinker vekiribe ku nîzama ew çêdikin bi nîzameke xwedayî, ya ezmanî rewa kiribin. Ev destpêka rewakirina bi nîzama ezmanî, xwedayî ango ya pîrozî barkirî, ji bo qanehkirina civakê ya ji bo dabeşkirina ne wekhev jî wê bibûya amûreke pirr serketî.
Ew nîzama xwedayî, ezmanî ku li ser rûyê erdê jî rengvedana wê divê hebe, destpêkê adil jî be, rê li ber fikra xwedayê afirîner, û mirovê afirandî vedike. Ango êdî her tişt amade ye ku mirov karibe civakekê ji xwedayî afirîner re bike kole. Ev yek wê hêsanîtir be, heger kesek notirvaniya mala xwedê, mekanê xwedê bike, cihê ku dehî wê biçinê, cihê ku kontrola mutleq a kewara wê civakê hemûyî wê lê be. Ev destpêka ku ne wekhev dabeşkirina berhemên civakê bi civakê dide qebûlkirin, mirov dikare weke destpêka fikra kole jî bibîne. Mirovên razî û heta şikirdar in ji nimetên xweda(yan) ji wan re kirî qismet, razî dibin ku çîneke rahiban bibe xwedî biryara mutleq li ser dabeşkirina berhemên wan. Ew rahibên ku tevahiya hizra wan êdî bipêşxistina gotar û mîta rewakirina nîzama xwedayî li ser rûyê erdê ye, êdî dikarin fikra bendeyên xwedê bi hêsanî bisêwirînin. Ew bendeyên ku wê sibe şikirdar bin ku weke kole cokan ji zeviyan re çêkirin, bajaran û bedenên wan lê kin. Ev kole di hizr de nehatana sêwirandin, mumkin nebû ku koledar peyde bibin. Serketina çêkirina fikra kole, serketina koledar e.
Di nava civakên mirovan de ev rêbaza çêkirina rastiyên civakî û siyasî, roja me ya îro jî lê ye. Her sîstema siyasî neçar e girseyan razî bike, ji ber wê jî misêwa gotaran diafirîne, van gotaran bi çapemenî û medyayên cihê yên ragihandinê vediguherîne gotarên mainstream. Serketina di avakirina rewabûnê de pîvana sereke ya serketina sîstemeke siyasî û di nava wê de jî meyl û fikreke siyasî ye.
Lê, gelo gotarên nebûne mainstream tesîrê nakin? Helbet dikin, ew ên ku xwedî kêm derfet in dikarin rêyan û alternatîfan peyde bikin ji bo razîkirina civakê ya ji tesewureke cihê ya nîzama civakî û siyasî. Mînakên vê yekê di dîrokê de pirr in, ji belavbûna Xiristiyaniyê, heta bi ya Îslamê, ji revîzekirina sîstema kapîtalîst heta bi gelek şoreşên neteweyî îsbat dikin ku desthilatdar bi tevahiya hêza xwe jî ne di wê astê de ne ku pêşiyê bi temamî li civakan bikirin û fikre kole û koledar mutleq û bê alternatîf bikin. Mînaka herî dawî ya vê jî Şoreşa Kurdistanê ye ku niha li Rojava tê tacîdarkirin.

Yazarın diğer yazıları