Komplo bi yekîtiyê tê pûçkirin

Beriya bi 21 salan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komloyeke navneteweyî pêk hat. Kurdistaniyên li welêt û li derveyî welêt tevî dostên xwe di nava van 21 salan de bê navber têkoşiyan.

Ji bo têkbirina komployê li gel çalakiyên demkî, her sal di salvegera komloyê de meş û mîtîngên navendî li dar dikevin. Îsal jî bi meşên dirêj û mitîngan komploger tên rûreşkirin.

Çalakiyên Îsal bi şiyara ‘Em bi yekîtiya xwe ya neteweyî komploya navneteweyî pûç bikin’ tên lidarxistin.

Ji êrişên li dijî destketiyên Kurdan jî diyar e ku ev komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, yekser li dijî azadiya Kurdistanê û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd pêk hatiye. Ji lewra bersiva herî di cî de avakirina yekîtiya neteweyî ye. Ji ber ku yê  li Îmraliyê tê tecrîdkirin ne tenê Rêber Apo ye, di şexsê Rêber Apo de neteweyek tê tecrîdkirin.

Di heman demê de azadiya Kurdistanê û paşeroja gelên li herême jî tê tecrîdkirin. Ji ber ku li herêmê pergala neteweya demokratîk li ser paradîgma Rêber Apo bi pêş dikeve. Jixwe, polîtîkayên dagirkerî, qirkirin û mêtingeriyê yên li çar hêlên Kurdistanê bi vê mebestê tên meşandin. Zêdebûna tundî, kuştin, destavêtin û revandina jinê jî parçeyekî esasî yê vê komloyê ye. Sîstema faşîst a mêrê serwer hebûna xwe li ser vê hişmendiyê ava kiriye û bi rêve dibe.

Roj bi roj êrişên li ser jinan zêde dibin. Tenê di meha Çileyê sala 2020’an de hejmara jinên hatin kuştin, 37 e. Bêguman ev hejmar tenê ya yên hatine tespîtkirin e. Hejmara rastî ya jinên hatin qetilkirin, gelekî zêdetir e. Roj tine ye ku jinek neyê kuştin. Ji ber ku dewlet bi polîtîkayên xwe cesaretê dide mêrên kujer da ku bi rêbazên herî hov êrişî  jinan bikin. Li Tirkiyê şiddet, destavêtin, kuştin û wendakirina mirovan bûne mijarên ji rêzê. Li deverekê ku mirin evçend erzan bibe mirov nikare behsa pîvanên exlaqî bike. Mêrê ku cesaretê ji dewletê digre li pêş çavê zarokan dayikên wan dikujin. Li pêşberî raya giştî serê jinan jê dikin. Li şûna ku pêşî li vê hovîtiyê bigirin, rojane qanûnên meşrûkirina wan bûyeran derdixin. Ma gelo ne encama van qanûnan e ku Gulîstan Doku hat windakirin.

Gulistan Dokû ji 5’ê Çile ve li Dersimê hatiye windakirin û hîn nehatiye dîtin. Li Dersimê û tevahiya Kurdistanê destavêtina li zarokan ji aliyê dewletê ve bi rêk û pêk û plankirî tê kirin. Yên ku dest diavêjin zarokan tên berdan. Hewl didin ku wan bi tecawizkarên wan bidin zewicandin û zewaca di temenê zarokatiyê de fermî bikin.

Bi qanûna nobetdaran (bekçî) dixwaze civakê hemûyî bixe bin kontrola xwe. A rast dewlet bi van qanûnan dixwaze desthilata xwe li ser civakê qehîm bike. Lê bi baweriya min ya ku pêşî li vê faşîzmê bigire têkoşîn e. Bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê pêşî lê tê girtin. Û ew jî lazim e ku bi pêşengiya jinan bê kirin. Ji ber ku yên herî zede êşa wê dikişînin jin in.

Yazarın diğer yazıları