Komun hîmê demokrasiyê ye

AZÎZ OGUR/REQA

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk-TEV DEM a Kobanê Ehmed Şêxo yek ji kesayetên ku bi çanda Tevgera Azadiyê gihiştiye. Di pêvajoya destpêkê ya derketina şerê navxweyî yê Sûriyê de di nava xabatê de cihê xwe girtiye. Di xebatên destpêkê yên avakirina meclîsên taxan de heta bi pêvajoya berxwedana mezin û piştî serketina Kobanê jî bi şêwazekî çalak di nava kar û xabatê de ye. Di nava berxwedana Kobanê de cih girtiye û birîndar bûye. Di mijara rêxistinkirina gel, avakirina sazî û tevgerên civakî de serwext e. Sîstema komunan a li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê mînakeke balkêş a demokrasiya rasterast e. Tevî şerê giran û şert û mercên zehmet de jî rabûna ser piyan a gel, moral û hêza heyî hinekî jî girêdayî espiriya vî şêwazê rêxistinbûyinê ye. Bêguman ji bo rûniştandin û guncawkirina vê sîstemê ya di heman demê de hîmê federasyonê ye jî hîna kar û xabateke mezin pêwîst e. Her wiha hilbijartinên îna pêşiya me werçerxeke girîng a avakirina vê sîstemê ye.

Me bi Hevsvrokê TEV DEM’a Kobanê Ehmed Şêxo re li ser destpêka rêxistinkirina gelê Kobanê, pêvajoya berxwedanê, xebatên rêxistinê yên piştî serketinê û bi tevahî li ser sîstema komunan guftûyeke berfireh kir.

Beriya destpêka Şoreşa Rojava, mîna tevgera TEV-DEM´ê we pêvajo çawa xwend û çi kir ku hûn biryara diyarkirin û şopandina xeta sêyemîn bidin?

Dibe ku gelek nihêrîn hebûn, lê belê TEV-DEM´ê weke tevger mîna xabata esasî û lezgîn giranî da birêxistinkirina civakê. Civak ji bo guhertinên muhtemel amade kir. Weke tevger me xeta sêyemîn esas girt. Yanî bingehê xeta sêyemîn jî birêxistinkirina civakê bû, da civak karibe di her şert û mercî de li xwe xwedî derkeve, xwe bi rê ve bibe. Tecrûbe û ezmûneke dîrokî jî hebû. Rêberê Gelê Kurd hatibû Rojavayê Kurdistanê û bi salan tevgera civakê ya li ser bingehê têkoşîna azadiyê, zemîn amade kiribû. Dema wek tevger me pêvajo nirxand û me xwend, em gihiştin wê encamê ku rêya xeta sêyemîn zarûrî bû. Pêwistiya li hemberî êrîşan parastina gel, pozîsyongirtina gel a li gorî guhertinên mihtemel biryardayineke wisa li ser me ferz kir.

Derfetên birêxistinkirina civakê çiqas hebûn? Ji ber ku wê demê jî hem rejîm hem derdorên cuda zext û êrîşên xwe didomandin…

Derdorên xwe mîna muxalefetê bi nav dikirin wê demê rewş şaş xwendin û heta niha jî heman şaşîtiyan didomînin. Difikirin ku di nava 2 ta 3 mehan de wê rejîm biçe. Gelek zext li ser me hebûn, her wiha derfet gelekî kêm bûn, dîsa jî me derfetên heyî ji bo rêxistina gel seferber kirin. Me rêxistina civakê jî li ser esasê avakirina meclîsan, yanî li ser bingehê meclîsbûnê da destpêkirin. Di bin sîwana meclîsan de komîteyên mîna parastin, ekolojî, lihevhatina civakî, perwerde û gelek komîteyên din hatin sazkirin li gorî taybetmendiyên herêma meclîs lê hatine avakirin. Heger em rewşa em tê re derbas bûn û xebatên hatin meşandin muqayese bikin wateya karê meclîs û komîteyan derdikeve ber çavan. Me dest bi rêxistinkirin û avakirina civakê kir, di destpêkê de şerek li dijî me hate destpêkirin. Komên bi piştgiriya dewleta Tirk bûn ên êrîşî me kirin. Mabesta van êrîşan a bingehîn rawestandina xewn û xeyalên gelê Kurd û îradebûna wî bû.

Di destpêkê de van kom û çeteyên xwe mîna muxalif bi nav kirî, li dijî Kantona Kobanê ketin nava helwestên çawa?

Pêşî dor li Kobanê girtin. Jixwe rejîma Baasê jî berê heman tişt meşandibû. Dorpêç û ambargoyeke neyekser ji aliyê rejîmê ve bi salan dihate meşandin. Yanî sotemenî, zad, elektrîk, av û her tiştên din ji derve dihat anîn. Amborgeyeke wisa tenik dihate meşandin ku Kobanê tevbiqeliqe, karibin van tiştan li ser qut bikin û teslîm bigirin. 

Derdorên qaşo artêşa azad jî hatin li ser vî bingehî ku rejîmê ava kiribû, rûniştin. Av, elektrîk û hatina zad û sotemeniyê birrîn. Wekî din rêya çûyin û hatinê li xelkê birrîn. Wekî din polîtîkayên koçberkirina gel meşandin, bi taybetî jî berê kesên întellektuel, rewşenbîr û xwenda dane derve. Di vê polîtîkayê de bi ser ketin, ji sedî 95´ê xwenda Kobanê terikandin.

Dema ev polîtîka bi ser neketin, Kobanê teslîm nebû, êdî plana şer amade kirin gelo?

Bêguman ew tiştên min li jor gotin tev ji bo teslîmgirtina Kobanê pêk anîn, lê belê dema dîtin encamê nagirin, amadekariya şer û êrîşeke mezin kirin. Kobanê cihekî rast e, çiyayê xwe tine ye, yanî ji bo şer ne muasît e. 

Şerê eskerî mirov rû bi rû bi dijmin re şer dike. Lê ya zor û zehmet meşandina şerê di warê civakî de ye. Heger pêdiviyên civakê neyên dabînkirin û hêza çareserkirina pirsgirêkên di nava civakê de dernekeve, tehlûke û giraniya vî alî ji yên di şerê li hember dijmin bêhtir û girîngtir in. Ji ber vê yekê jî ji êrîşên eskerî hişktir ji hundir ve êrîş kirin. Di encama van polîtîka û êrîşan tevan de ez dikarim bibêjim, gelê Kobanê di asteke di bin sifirê re dest bi rêxistinbûyînê kir. Ji aliyê teknîkî ve dema em bigirin dest, em ê gelek kêmasî, lawaziyan di karê meclîs û komîsyonan de bibînin, lê belê dema em tevî nebûna derfetan û êrîşên mezin binirxînin, em ê bibînin ka bi roleke çawa pîroz û jiyanî rabûye. 

Çi bûn ev karên jiyanî, an girîng, yanî meclîsbûnê di jiyana rojane de çi bi xwe re anî?

Di nava wê qiyametê de pêwist bû em pêdiwiyên gel dabîn bikin. Ji bo vê jî me derfet ava kirin. Mesela ji bo avê di nava du mehan de me 12 bîr kolan pirsgirêka avê ya bajêr hate çareserkirin. Me aşên bi dehên salan sekinî tamîr kirin û bi vê rêbazê jî me gel bê nan nehişt. Ji bo elektrîkê me jenerator ji derve anîn. Tevî dorpêçê jî dema dîtin hemû kar dimeşin, dijmin matmayî man. Di wan şert û mercên giran de gelê Kobanê ne tî ma, ne birçî ma ne jî pirsgirêkan rû da. Pirsgirêk û îxtîlafên di nava civakê de li gorî berê gelekî kêm bûn. Hîna di dema hebûna rejîmê de avakirian meclîsan û girtina dest a kar bû sedem ku di pratîkê de jixwe rejîm bê fonksiyon bimîne. Hîn berê, qereqola dewletê hebû, lê belê cihê çareseriya pirsgirêkên gel bûbû cihê asayişa me. Komîteyên lihevhatina civakî hemû îxtilafên di nava gel de çareser dikirin. Yanî ya ku di 19’ê Tîrmehê de ji Kobanê hate derxistin rejîm an dewleta şeklî bû. 


Di nava van karên meclîsan de xweparastin jî hebû?

Komîteyên parastinê ên di bin sîwana meclîsan de tax bi tax yekîneyên parastinê ava kiribûn. Kesên nobet digirtin an dewriye dimeşandin bi daran xwe û gel diparastin. Hîna wê demê taxên ku komîteyên parastinê hatibûn avakirin gelekî hindik bi pirsgirêkan re rû bi rû diman. Li taxên bê parastin, pirsgirêk derdiketin. Paşê li hemû taxan parastin hate avakirin. Çekên nêçîrê heger li gel komîteyeke parastinê hebûya, kêfxweş dibûn ku derfetên xwe gelek hene. Hingê em tê gihiştin ku ya herî jiyanî parastin e û divê parastina bajêr jî em bikin. Li pey wê bendên kontrolê hatin danin. Li her benda kontrolê keleşnîkofek hate bicîhkirin, ev yek mîna şoreşekê hate pêşwazî kirin. Herî zêde jî dewlet ji bendên kontrolê bêzar bû, bi rêya hin derdoran gef û tehdît dişandin. Me jî di biryara xwe de israr kir û her carê me got, em qedera gelê xwe nakin destê hêz an derdorên ku dikarin ber bi felaketê ve bibin. Piştî avakirina bendên kontrolê rejîm li Kobane mîna di girtîgehê de be ma. Piştî ragihandina şoreşê bi salekê, di 20.07.2013’an de ji ber bêtahmuliya dewleta Tirk û piştgirên wê şerekî raste rast li ser Kobanê hate meşandin. Ji sedî 90´ê vî şerî jî li ser milê meclîsan bû. Şehîd Mehmûd ku di cepheya Girê Spî de şehîd ket endamê komîteya parastinê ya taxa Şerqî bû. Bi vê pêvajoyê re êdî seferberiya avakirina komîteyên parastinê hate destpêkir. Wê demê YPG weke hêzeke eskerî hîna nû hatibû ragihandin û derfetên wê yên meşandina şerekî hevqasî berfireh tine bûn.

Piştî bi destê DAIŞ’ê êrîşa mezin li dijî Kobanê hate despêkirin û şer giran bû jî hevalên wê yên endamên meclîsan bi rola xwe re rabûn gelo?

Mîna min gotî, hêza eskerî pir piçûk bû, 100-150 şervan hebûn, pêwîstî bi piştgiriyê hebû. Ji milê Cerablûsê bigire heta bi Sirîn, Grê Spî û Eyn Îsayê, qederê 200 kilometreyî cephe me girtibû. Bi rengekî sîstematîk meclîsên gundan û meclîsên bajêr nobeta cephê digirtin. Heta dema şer giran bû, meclîsên me hem di karê ewlekariyê de, hem di piştgiriya şervanan de hem jî bi girtina di mewziyên şer de bi rola xwe rabûn. Barê herî giran ê cepheya paşî yên mîna peydakirina şervaran, peydekarina çekan, cebilxane û hemû pêdiviyên şer li ser milê van hevalên meclîsan bû. Berxwedana mezin, efsanebûna berxwedana Kobanê xwe disipêre rêxistinbûyîna meclîsan. Dijmin hesab dikir ku di nava 24 saet, herî dirêj 48 saetan de wê Kobanê bikeve. Lê tişta wan nedizanî ew bû ku gel hatibû birêxistinkirin.

Piştî rizgarkirina Kobanê û sazkirina sîstema komunan, mîna hedef pêkanîn û rûniştandina sîstema Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê we da ber xwe, çima?

Beriya ev musîbet bên serê gelan jî em di heman fikrî de bûn, lewra me hîna wê demê Komîteyên Biratiya Gelan ava kiribûn. Me tim hewl da li ser fitneyên li dora me tên hûnandin, wan hişyar bikin. Beriya her tiştî me xwest wan hişyar bikin ku dijminên hevbeş dixwazin gelan bînin dijberî hev. Me nihêrîn û felsefeya Rêber Apo ya li ser neteweya demokratîk û zirarên netewe-dewletbûnê li gelan, bi wan re parve dikirin. Lê mixabin me bi wan nedida fêmkirin, heta şer giran nebû, heta hovîtiya çeteyan nedîtin û musîbetên giran nehatin serê wan. Piştî ku me ew bi têkoşîna hêzên YPG, YPJ û QSD’ê rizgar kirin, poşmaniya xwe ji me re digotin: “piştî rejimê Arteşa Azad bi sloganên biriqandî hat, me got rizgariya me ev e. Piştî 10 rojan tev bûne çete ji rejîmê xerabtir kirin. Piştî wan El-Nusra hat wan jî xwe gelekî xweşik kir û piştî 10 rojan ji artêşa azad xirabtir tevgeriyan. DAIŞ piştî wan hat, gotin em ê li gorî rastiya dîn bijîn, me jî bawer kir, lê piştî çend rojan wan jî serê zarokên me li pêşberî me jêkir.”

Ji gotinên we mirov tê derxe ku daxwaza federasyonê ji gelê Ereb hat, gelo wê rast be?

Piştî ku felsefe, çand û rastiya me nas kirin hêdî hêdî hatin guhertin. Dîsa serketina di şer de ne tişkekî hêsan bû, bûn şahidê serketineke mezin jî. Dîsa ne tenê rizgarkirin, piştî rizgarkirinê jî destekdayîn û piştgiriya me ji bo wan da ku karibin li ser lingê xwe bisekinin, guhertin bi wan re çêkirin. Piştî ku felsefe, jiyan û sîstema me nas kirin wan got, tişta ku pirsgirêka tevahiya Sûriyeyê çareser bike ev e. 

Heta kiryarên rejîm, artêşa azad, El Nûsra û DAIŞ´ê nedîtin. rastiya me jî fêm nekirin. Ez dikarim bibêjim, ji Kurdan bêhtir beşdarî û daxwazî ji wan tê. Ji me re digotin, “We şerekî giran kir, we berdêl dan, dem hat we cih û warê xwe terk kir lê belê rojeke bi tenê jî hûn li gel wan çeteyan neman. Tişta hate serê me we nedît. Malên we bajarên we xerabûn lê belê tim mîna du dijminan we li hemberî wan çeper girt û rojekê jî neketin bin nîrê wan.” Li herêma ku di demen dawî de li gel Ereban min xebat kir, tenê ji eşîrekê 1500 şervan tevlî YPG’ê bûn, bi sedan şehîdên wan çêbûn.

Şert û mercên ku sistema fedaraliyê li tevahiya Sûriyeyê belav bibe hene gelo?

Rewşa gelek herêmên Sûriyeyê ji ya Rojava û Bakûrê Sûriyeyê girantir e, lewra pêdiviya bi modeleke bi vî rengî jî gelekî lezgîn û jiyanî ye. Ji bilî vê jî rêyeke din a çeraseriyê tine ye. Model amade ye, derfet li gorî berê bêhtir in, serpêhatiya gelan jî zemînek e ku ev model dikare li ser bê rûniştandin. Ev model li gorî taybetmendiyên cih, herêm û gelan di ziraviya xwe de dikare were guhertin, lê baweriya min ji sedî sed heye ku ev wê ji aliyê gelan ve were himbêzkirin û gel wê lê xwedî derkevin.

Hilbijartinên 22’ê mehê yên diyarkirina hevserokên komunan, mirov dikare di sîstema federaliyê de li ku rûnîne?

Di nava şer de me Rêveberiya Xweser ragihand. Heman tişt ji bo hilbijartinan jî lê ye. Li cîhanê, dema li cihekî şer hebe her tiştên asayî tên rawestandin û taloqî piştî şer tên kirin. Lê belê taybetmendiya me cuda ye, li kêleka şer em li her warê jiyanê xabatên xwe didomînin. Xebatên hilbijartinê jî karekî wisa ye. Beriya hilbijartinê bi mehek û nîvê biryar hate dayîn û hemû amadekarî li gorî planê û bê pirsgirêk bi encam bûn. 

Hilbijartin bi giştî xwe disipêrin civakê, yanî hilbijartineke civakî ye. Partiyên siyasî tê de cih nagirin. Kesên di sînorên komunê de xwedî maf in bibin namzet, ji kîjan neteweyî yan çînî, ji kîjan baweriyê û xwedî nihêrîneke siyasî ya çawa bin, ev ferq nake. Endamên hêzên eskerî xwedî mafê dengdayînê ne, lê nikarin bibin namzet. Di Kantona Kobanê de zêdetirî 2 hezar kes bûye namzet. Em van hilbijartinan mîna avakirina bingehê dinirxînin.

Vegerin welatê xwe

Rojnameya me li Ewrûpa derdikeve; ji Kurd û dostên wan ên li wir hêvî û bendewariyên we çi ne?

Pêvajoyên herî giran me me li dûv xwe hiştin. Me ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku dema em xwe bi rêxistin bikin, em dikarin xwe bi rêve bibin, em dikarin pêdiviyên xwe jî peyda bikin, em dikarin parastina xwe bikin û serketinên bêhempa bi dest bixin. Gelê me li vir hemû fedakariyan dike, em ê li ber xwe bidin, rêxisinbûyina xwe xurt bikin. 

Ji mirovên me yên welat terikandî re hîviya min ew e, dûrketina wan ne daîmî be. Li welatê xwe vegerin. Bila tim çavê wan li ser welat be. Di paşerojê de vegera welêt hedefa wan a esasî be. Li her cihê ku lê ne, her Kurd divê karibe bibe nûnerê vê têkoşînê. Bi tevgera xwe, bi ked û xebata xwe bibe dengê têkoşînê. Hesasiyet û xwedîderketina xwe ya dema berxwedanê di dema avakirina sîstemê de jî bidomîne. Bila zanibin ku xwediyê vê dozê ew in jî. 


Elîfbaya Komunan

Weke ku Rêber Apo jî tîne ziman, Komun vegera civakê ya li koka xwe ye. Yanî vegerandina civaka ji rastiya xwe dûr ketî li rastiya wê bi xwe ye. Dema mirov ji aliyê sosyolojîk ve li gel binihêre, wê bibîne ku gelek taybetmendiyên xwe disipêrin çanda komunal hîna hene, lê haya me ji vê nîne. Mînak, li gundekî an cihekî dema mirovek dimire rakirina barê cenaze heta bi taziyeyê, civak bi şêwazekî komunal bi hev re dibe alîkar. Malbaltên gund an taxê lêçûnê di nava xwe de dabeş dikin. Ev karekî komunî ye di rastiyê de. Hevkariya paleyiyê dîsa heman çandê nîşan dide.

Komunên me dane ber xwe, li ser bingehê cografîk in, ne bi rengê malbatî yan eşîrî ne. Pîvana avakirina komunê herî kêm 10 mal, herî zêde 100 mal e. Li gundên ku ji 100 malî zêdetir bin em du komunan ava dikin. Bi vê yekê jî girêdana cografîk, yanî girêdan û çanda cîrantiyê tê xurtkirin.

Komîteyên komunan

Her komun li gorî erdnîgariya xwe dibe ku xwedî taybetmendiyên cuda be. Bi giştî, di nava komunê de rêxistinbûn heye, li gorî pêwistiyên komunê komîte hatine avakirin. Ev komîte jî ev in: Komîteya Lihevhatina Civakî, Komîteya Parastinê, Komîteya Perwerdeyê, Komiteya Ekolojeyê (Komîteya peydakirina pêdiwiyên civakî), Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Aborî, Komîteya Çand û Huner. 

Lê belê hin komun hene rewşa wan taybet e, mesela li kêleka çemê Firatê komuna heyî di bin sîwana wê de Komîteya Masîvanan tê avakirin, yan cihekî karker zêde bin, Komîteya Kedê dikare bê avakirin. Mantiq û espiriya avakirina komunan ew e ku di biryar û pêkanîna her tiştê de ku wan eleqadar dike, ew jî hebin. Her tiştî li cihê cih çareser bikin. 

Rêveberiyên Komunan

Kesên li komunê dijîn yên di ser 18 salan re û xwedî selahiyeta hiş û aqil, deng didin. Wekî din her kesê di ser 18 salan re dikare bibe namzet jî. Di komunan de rêveberî bi şêwazê hevserkokatiyê tê meşandin. Her komîteya komunê jî xwedî hevserok, yan jî hevberdevk e. Sîstema hevserokatiyê ji jêr heta bi jor tê meşandin û beşdariya jinê herî kêm ji sedî 50 ye. Biryarên têkildarî komunê bi beşdarbûn û dengdayina hevserokên komîteyan û komunê tên girtin û praktîzekirin. Di hilbijartinê de her hilbijêr divê dengê xwe bide hevserokan, yanî hevserokeke jin û yeke mêr. Yanî heger kesek deng bide du mêran, an du jinan wê ew deng ne lê be.

Li Kobanê çend komun hene

Li navenda Kobanê 75, li gundan jî 225, bi gişti li Kobanê 300 komun hene. Her yek ji wan jî bi navê şehîdekê/î berxwedanê hatiye bi nav kirin. Ev 300 komun xweser in di jora wan de Navenda Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê re heye. Yanî her komun di heman astê de bi TEV-DEM’ê re muxatab e û girêdayî ye. Lê belê di heman demê de avakirin û rûniştandina sîstema komunan tê wateya avakirina bingehê federasyonê jî. Ji sîstema berê ya komunên di bin meclîsa taxan, em derbasî sîstema komunên bi tevahî xweser û girêdayî rêveberiya kantonê, yanî TEV-DEM’ê bûn. 

Yazarın diğer yazıları

    None Found