Komxebata Paltforma Kurdî

Platforma Zimanê Kurdî ya ji 9 partî û rêxistinên kurd pêk tê îro bi dirûşma “Îro zimanê me sibê neteweya me” komxebata ziman a du rojan li dar dixe û nexşerêya zimanê Kurdî wê diyar bike.

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Mirov, Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), bi şîara, “Îro zimanê me yê dayikê sibê neteweya me” ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî, ji bo ku zimanê Kurdî fermî bibe û li dibistana bibe zimanê perwerdehiyê, Platforma Zimanê Kurdî ava kiribûn.

Nexşerêyek ji bo Kurdî

Di çarçoveya bipêşxistina ziman de dê 9 partiyên Kurd, rewşenbîr û zimanzan îro û sibe bi şîara “Îro zimanê me yê dayikê sibe neteweya me” li Otela Plaza komxebata zimanê Kurdî li dar dixin. Çav li rê ye gelek pisporên ziman beşdarî komxebatê bibin. Komxebat îro saet 10.00’an de dest pê dike û sibe jî dewam dike.

Piştî gengeşe û vegotina pirsgirêkên zimên, ji bo zimanê Kurdî wê nexşerêyek bê diyarkirin. n AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found