Komxebatên ji bo Yekîtiya Neteweyî 

Piştî çalakiya di 5 û 6´ê Kanûna 2019´an de ya ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve ya ku ji bo Yekîtiya Neteweyî bi rê ve çû, li bajarê Elmanyayê Hannoverê di 7´ê Kanûnê de Konferensa Baweriyên li Mezepotamyayê jî bi heman mebestê bi rê ve çû. Nûnerên gelek saziyên Kurdistanî û yên Civaka Êzîdî jî tevlî van çalakî û civînan bûn.

Yek ji xalên girîng yên konferansa li Hannoverê ew bû ku danasîna dînên beşdaran dûrî dijberî û nakokiyên olî bike. Li wir dîsa dengê civaka Êzîdî bi saziyên xwe re ji bo avakirina Yekîtiya Neteweyî bilind bû.

Rûsipî û berpirsên Êzîdiyan dibêjin divê hemî baweriyên li Kurdistanê beriya partiyên siyasî yekîtiya xwe ava bikin, û rêxistinên Kurdî werin cem hev em jî wek Êzîdî-Elewî-Sunî û yên din, divê em yekîtiyeke xwe bi giyanê kurdewarî ava bikin,

Li milê din MŞD (Meclisa Şengalê ya li Derveyî Welat) û YÊS (Yekitiya Êzdiyên li Sûrî) û herwiha SMJÊ (Sîwana Meclisa Jinen Êzdî) 3 rojan lî Berlînê bûn û wan hevdîtinên xwe yên lazim bi rayedarên hikûmeta Elman re kiribûn. Civîn û hevdîtinên wan bi Komisyona Karê Derve û berpirsen wan re û bi nûnerên partiyen siyasî yên li parlamena Elman (Bundestag) çêbûn. Yek ji armanca van hevdîtinan ew bû  rewşa Şengalê û Rojava bê gotubêjkirin û ji aliyê Elman re rewşa dawî bê ravkirin. Li aliyên din daxwaz hat kirin ku di warê aborî û avakirinê de alikarî bi Şengalê re û bi gelê me yê ketî ber êrişên dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê re bê kirin.

Li gorî ku nûnerên saziyên Êzîdiyan yên di hevdîtinana de hazir, soz ji wan re hatiye dayîn ku ji bo Civaka Ezdî li Şengale û Rojava ew ê hin alîkariyan bikin. Aliyê Elman li proje û daxwazên wan guhdarî kiriye û soz daye ji bo daxwaz û proje wan ên ji bo Şengale û Rojava gavên pratikî bavêjin. Wekî din jî hevdîten û têkilyên heyî wê dewam bikin.

Derbarê vê pêvajoyê û bi hêzkirina yekîtiya neteweyî de min ji serokê  MŞD´ê Fikret Îgrek çend pirs kirin û wî jî xweşik li min vegerand.

Di nava yekîtiyeke neteweyî  de civaka Êzîdî wê çawa karibe di bin yek sîwanê de xwe bide ser hev?

Yekîtiyeke neteweyî wê ji bo civaka Êzîdî di heman wextê de bibe pêngaveke dîrokî. Tu bala xwe biduyê, heger yekîtiyeke bi hêz a Kurdî hebûya Şengal wê niha ne di vê rewşê de ba. Çeteyên DAIŞ´ê wê nikarîya xwe nêzî Şengalê bikirina. Mixabin civaka me êşên giran kişandin. Li aliyê din gelê Êzîdî di nava partî û rêxistinên Kurdî de dabeş kiriye. Dema ku partiyên Kurdî hatin cem hev û yekîtiya xwe ava kirin, wê bi awayekî rasterast Êzîdî jî bên cem hev. Lê pirr pêwîst e ku Êzîdî jî beriya vê din bin wê sîwana Êzdayetî-Kurdistanî de yekîtiya xwe ava bikin.

Berî çend rojan konferansa baweriyên Mezepotamiya li Hannoverê bi rê ve çû; Dînên Kurdan çiqasî dikarin bibin stûn ji bo avakirina yekîtiya neteweyî?

Ev hewldanên bi vî rengî divê werin praktîzekirin û ev jî bêhtir dikeve ser milê kesayetên xwedî bandor di nava civaka me de yên weke rûsipî, alimîn dînî/ruhanî, rewşenbîr, ew divê destekê bidin van pêngavên bi vî rengî, û hêzên Kurdî mobîlîze bikin. Jixwe, konferansa li Hannoverê gelek tiştên ku li ser olên Mezopotamyayê nezelal bûm jî ronî kirin.

Di qonaxa avakirina yekîtiyeke xurt de rola Şengal wê çibe û çi divê ji bo Şengal û gelê wê bê kirin?

Şengal wek cih bi coxrafiya xwe xwedî cihekî taybet e. Sedî sed wê rola Şengal di avakirina yekîtiya neteweyî pirr hebe. Her çiqas bazarên xirab jî li ser Şengalê hatine kirin, civaka Êzî jî ji vê her gav bi gazinin, yanî dema ku Êzîdiyên li Şenglê dixwazin statuya xwe ava bikin û xweseriya xwe ragihînin hêzên li wir yên wek PDK´ê vê yekê napejirînin û şerê wê dikin. Tu dibînî, hikûmeta Bexdayê jî hinekî destwerdanan dike. Şengal îro di dilê her Kurdekî xwedî wijdan de ye, divê Şengal parastî bimîne.

Hûn wek berpirsên Êzîdiyan li derve çi ji we tê xwestin û banga we ji bo gelê we çi ye?

Divê tifaqeke mayînde û lobiyeke hevbeş ava bibe; karên dîplomasiyê ji bo civaka Êzîdî werin xurtkirin. Ev jî bêguman ji saziyên Êzîdiyan tê xwestin, ku van daxwazên Êzîdiyan li Şengal û hemî deverên din bi raya giştî re parve bikin. Jixwe, em jî dikarin van daxwazên gelê xwe li derveyî welêt bi xebatên dîplomasiyê bi pêş bixînin. Heger Êzîdî vê yekê nekin, fermanên li dijî Êzîdiyan wê dewam bikin. Jixwe li derveyî welêt jî fermana spî heye ku hêdî hêdî dihelîne. Ji bo ku pêşî li vê yekê bê girtin divê Êzîdî tifaqa xwe xurt bikin; yanî ev sedsal ji bo me dîrokî ye.

Yazarın diğer yazıları