KON-MED´ê got Tirkiyeyê boykot bikin

KON-MED’ê ji bo boykotkirina malên Tirkî û tûrîzma ber bi Tirkiyeyê ve bang kir.

Di daxuyaniya xwe de KON-MED´ê êrişên qirkirinê yên topyekûn ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bi bîr xistin û got, “Ji bo tinekirina gelê Kurd bi her şêweyî çekan her wiha çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li dijî êrişkariya dewleta Tirk a dagirker pêla boykotkirina malên dewleta Tirk a dagirker ku bi pêşengiya gelê Başûrê Kurdistanê dest pê kir, didome. Dahata rejîma faşîst a Tirk ne tenê li Kurdistanê her wiha li Ewrûpayê ji mal û tûrîzmê dibe çavkaniya çerxa şer. Dewleta Tirk hema bibêjin pirraniya aboriya xwe li şerê qirkirinê xerc dike. Çavkaniya sereke ya vî şerî jî bi taybetî malên Tirk ên li Elmanyayê tên firotin û tûrîzm e. Em bang li Kurdistaniyên li her devera dinyayê, bi taybetî li ELmanyayê dikin, malên Tirkî nekirin û tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found