Konfederasyona gelên Îranî

Rejîma Îranê ev tam 40 sal in ku şoreşa gelan a Îranê desteser kiriye û hukmê xwe yê di bin navê şerîetê de didomîne. Tevahiya madeyên qanûna esasî di bin navê şerîetê de wek plana dijberiya bi gelan, jinan, ol û mezheban re hatiye dariştin. Siyaseta li beramber pêkhateyên cur be cur li Îranê her tim li ser esasê potansiyela tehlûkeya wan, bûye. Ta ji dema Şah Abbasê Sefewî ve ev polîtîka li dijî gelên Îranî hatiye bikaranîn. Israra li ser Şîetiya Sefewî, dînê dewletparêziyê her wiha xurtkirina nasyonalîzma Farsî bûye sedem ku hema bibêje di nava dused salên dawî de, mafê pêkhateyên din neyên dîtin. Gelên ku bi çavê tehlûkeya potansiyel li wan tê temaşekirin, yan hatine sirgûnkirin, ji cih û warên xwe bûne yan jî bi komkujî û qetlîaman re rû bi rû hatine hiştin.

Li navenda Îranê, her çiqasî ku nasyonalîzma Farsî hatiye bilindkirin, li beramber wê jî pêkhateyên din hatine sorkirin û li beramber vê hişmendiyê hatine bikaranîn. Li bakurê Îranê xelkê Mazî û Gîlekî, li bakurrojavayê Îranê Azerî û Kurd, li başûrrojavayê Îranê Ereb, li başûrrojhilatê Îranê Belûçî û li bakûrrojhilatê Îranê xelkê Tirkmen wek potansiyelên bi tehlûke hatine pênasekirin. Heger em bala xwe bidin neteweyên em behsa wan dikin, hemû li seranserî sînorên Îranê hatine bicihkirin û gelek caran hem li beramber hêzên hundir hem jî li beramber hêzên derve hatine bikaranîn. Şoreş û meylên ji bo jiyana azad jî her tim di nava van gelan de pêş ketiye û belavî tevahiya Îranê bûye. Lê belê gelên em behsa wan dikin bi hezarê salan wek gelên Îranî xwedî rabirdûyeke dûr û dirêj a şoreş û tekoşînê bûne. Hişmendiya pergala Xosrewanî ya Îranê ji bo bi hêsanî serweriya xwe li ser tevahiya erdnîgariya Îranê bide meşandin, pêkhateyên me behsa wan kir, ji hev parçe kirine, nakokiyên di navbera wan de zêde kirine û ew beramberî hev dane bikaranînê.

Di serî de Rojhilatê Kurdistanê ku wek parçeyekî ji Kurdistanê di nava sînorekî teng de hat hepskirin, yên serî rakirin, heta sînorê Efxanistanê hatin sirgûnkirin, gelek komkujî bi serê wan de hatin. Di heman demê de ku rejîmên li ser hukim, xwestin Kurdan ji bo parastina sînorên xwe bi kar bînin, lê li aliyê din her cure meylên ji bo bidestxistina statuyeke siyasî û rêveberiyeke serbixwe jî bi şidetê tepisandin. Peymanên kirîtîk ên li ser Kurdistanê bi dewletên din ên dagirker re, ji bo Îranê jî heyatî ye. Ji bo wê jî hem şahên Îranê hem jî bi hatina rejîma niha re, gava destpêkê ew bû ku şoreşên li Rojhilat bi komkujiyan bêdeng bike. Wek mînak dema Ayetûllah Xumeynî hat ser hukim û şoreşa gelan bû dijşoreş, fetwaya herî destpêkê li dijî Kurdistanê hat dayîn. Bi fetwayê re ji zivistana 1979´an heta 1980´yî, Rojhilatê Kurdistanê bi temamî hat dagirkirin, bi hezaran mirov hatin qetilkirin, di meydanan de hatin gulebaran kirin û bê serûşûnkirin. Bi destûra Xumeynî melayê bi navê Sadiq Xelxalî ku sondxwariyê xwîna Kurdan bû, bê perwa li bajarên wek Urmiye, Mehabad, Sine, Merîwan, Seqiz û Baneyê komkujiyên mezin kirin.

Li deverên gelê Ereb lê, petrola Îranê ango yekane çavkaniya esasî ya aboriyê Îranê heye. Ji bo parastina petrola xwe, siyasetên dewleta Îranê li beramber Ereban jî ji ya li dijî Kurdan kêmtir nîne. Li van bajaran li gel ku li ser xezîneyê dijîn, Ereb di nava hejariyê de ne. Di şerê Îran û Iraqê de gelekî hatin bikaranîn û zirarên mezin li wan bûn. Heta niha jî di bin navê dijberiya bi rejîmê re û ji ber pirraniya wan Erebên Sune ne, gelek ji wan jî li benda cezayê darvekirinê ne.

Belûçî jî wek gelê Ereb, li çolistanên Sîstan û Belûçistanê ji her cure mafê xwe yê xwezayî di serî de mafê xwendina bi zimanê dayikê bê par in. Her cure têkoşîna ji bo azadiyê û bidestxitina mafê xwe, wek dijberiya bi Wilayetê Feqîh re tê pênasekirin û bi zanebûn di wî halî de tên hiştin. Ji bo wê jî îro her liv û tevgera li Belûçistanê rejîmê ditirsîne. Bi taybetî di vê demê de ji xwe re wek tehlûkeya herî mezin dibîne.

Gelên Azerî û Mazî ji ber gelek caran tevgerên çep ên herî mezin ji bo cara destpêkê di nava wan de serî rakiriye, dewletê ji bo marjînalkirin û valakirina naveroka şoreşgerî serî li her cure rêbazên qirêj daye. Herî zêde xwestiye van gelan li beramber Kurdan û Ereban sor bike û berde pêsîra hev. Bi taybetî du gelên cîranê hev, ango Kurd û Azerî, bi kûrkirina hestên neteweperestiyê dixwaze dijminahiyê bixe navbera van her du gelan.

Ne tenê rejîma Îranê, hêzên derve jî ji bo siyaseta xwe serwer bikin, van gelan bi kar tîne û bi gotineke din parçe dikin. Gelên Îranî di demeke wiha de bi xwespartina dînamîkên xwe yên hundir û xurtkirina yekîtiya di navbera xwe de, di bin sîwana Neteweya Demokratîk de dikarin hemû polîtîkayên li beramber xwe pûç bikin. Naxwe wê encamên dijşoreşa 1979´an careke din dubare bibe û bi xwe re komkujî, înkar û tinekirinê bîne. Konfedrasyona neteweyên Îranî di esasê xwe de nûkirina Konfederasyona Medan e ku tevahiya neteweyên Îranî di nava xwe de hewandin. Nûjenkirina Konfederasyona Medan, yekane rêya azadî û bi hev re jiyana gelên Îranî ye.

Yazarın diğer yazıları