KONGRA-GEL banga yekîtiyê kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û bi vê wesîleyê banga yekîtiya neteweyî kir.

KONGRA-GEL bi wesîleya Cejna Qurbanê got, “Em Cejna Qurbanê di serî de li Rêber Apo, li tevahiya gelê Kurdistanê, hevalên xwe yên têkoşînê û alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejn bibe wesîleya xurtbûna yekîtiya civakî û neteweyî ya gelê me.”

KONGRA-GEL got di erefa cejnê de jî êrişên dagirkeriyê, nexasim ên dewleta Tirk li dijî Kurdan dewam dikin û wiha dewam kir: “Êriş li dijî partiyekê an jî parçeyekî bi tenê nîne. Gel û hêzên siyasî yên Kurdistanê divê hemû baş zanibin ku armanca êrişan tinekirina destketiyên gelê Kurd e ku bi berdêlên mezin hatine afirandin. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn veguheriye hêzeke bingehîn, astengkirina destketiyên gelê Kurd û tinekirina wan, armanca hevpar a hêzên mêtinger e.

Li dijî faşîzma ku dijminê hebûna gelê Kurd e wezîfeya dîrokî ya hemû hêzên civakî û siyasî yên gelê Kurd e ku di çarçoveya yekîtiya neteweyî de têbikoşin. Yekane rêya li dijî faşîzmê geşkirina têkoşînê ye.”

Ji bo yekîtiya neteweyî û rasthatina cejnê jî KONGRA-GEL got, “Serdanên Cejna Qurbanê firsendeke mezin e ji bo vê yekê. Divê planên mêtingeriyê yên Tirk bên teşhîrkirin û li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yekîtiya neteweyî û civakî bê afirandin, nerazîbûn û berxwedan divê bên mezinkirin.

Em bang li gelê xwe dikin ku li her devera lê ne, li dijî faşîzma dewleta Tirk têkoşînê geş bike. Di vê çarçoveyê de em Cejna Qurbanê careke din li gelê xwe pîroz dikin û serketinê jê re hêvî dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found