Konsera Lale Koçgun û koma wê

Lale Koçgun tevî koma xwe ya ji Yasemin Fil, Ali Erel û Bulent Meral tê pê, li bajarê Elmanyayê Mainzê konsera xwe ya yekê li Haus der Kulturen li dar xist. Li konserê Mustafa Yeşilyurt, Eser Bakî ve Dîako Nahîd jî derketin ser dikê. Konser wekî din weke beşek ji xebatên ji bo albûma wê ya nû ji bo bi giuhdêran danasîna stranên ji nû ve hatî aranjekirin, hatibû plankirin.

Konserê bi stranên Eser Baki dest pê kir. Mustafa Yeşilyurt jî performansa xwe bi strana “Mîro” da destpêkirin.  Yeşilyurt bi strana dîk a ji Qoçgirî performansa xwe bi dawî kir.

Lale Koçgün û koma wê jî Şahi Merdan, Zeyno, Gulê Hoynar ji nû ve aranje kirine û ew li ser dikê gotin. Koçgun wê stranan û çendekên din ên ku hîna li ser wan dixebite, di albûma xwe ya nû ku wê havînê derkeve, bi cih bike. Berfîn Ozmenê jî bi klarîneta xwe refaqetî komê kir ji bo strana “Zerî zer”.

Piştre Dîako Nahîd, Lale Koçgun û koma wê bi Soranî “Lê lê Sebriyê” got, bi Kurmancî dewam kir. Dîako Nahîd piştre tevî koma defê ya ku Ali Erel mamosteyê wê ye strana Gulê Hoynar lê xist. Nîvê dahata ji konserê wê organîzator didin Heyva Sor a Kurdistanê da ku bigihîne Rojavayê Kurdistanê.

 MAINZ

Yazarın diğer yazıları

    None Found