Konvensiyona NY´yê ya li ser Mafên Zarokan

Di Konvensiyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Mafê Zarokan de mafên zarokan tên rêzkirin ku li sala 1989’an li Civata Giştî ya NY’yê hat qebûlkirin û pirraniya welatên dinyayê jî ev lihevkirin mohr kiriye. Di nava van welatan de Elmanya, Franse, Ingilistan û welatên Skandînavyayê jî hene ku civakeke mezin a Kurdan li derveyî welêt li wan dimîne. Hin welatên wekî Elmanyayê jî bi qanûnên xwe yên welêt jî (qanûna mezinkirina zarokan a bê şidet a sala 2000’î) xal û qaîdeyên vê konvensiyonê li welatê xwe ferz û bi cih kirin.

Helbet mafên zarokan li hemû welatan û ji bo hemû zarokan girîng in, lê belê ji bo zarokên ku mezinên wan jî rastî cudakeriyê tên, girîngtir in. Qedexeya bi temamî ya şideta li dijî zarokan, çi li dijî bedena wan û çi jî li dijî ruhê wan, timî ne karekî nav malê yan jî  mamosteyan û wan kesan e ku karên miqatebûna li zarokan dikin. Gelek caran jî yekser elaqeya xwe bi siyasetê, siyaseta dewletan re jî heye.

Binihêrin, dema mirov behsa şidetê dike, gelek caran tenê lêdan tê bîra mirovan, nexasim jî dema mijar zarok bin. Ji ber wê yekê jî di metna konvensiyonê de bi israr û eşkere behsa “her awayê” şidetê û şideta “li dijî bedenê” û “li dijî ruh” tê kirin. Dema mirov wisa li meseleyê binihêre û li mafên zarokan jî binihêre zû têdigihîje ku di nava mafên zarokan de “mafên çandê” û di nava wê de jî “mafê ziman” jî hene. Êdî li zarokekî bifikirin ku bi qedrê zimanê navmala xwe li derve nikaribe zanibe!

Nikare zanibe, lewma fêr dibe ku qedrê zimanekî bi bikaranîna wî ya li meqamên fermî, li meydana gelemperî, li dibistanan û di gelek warên mayî de tê zanîn. Heger zimanek ji bilî van, êdî were nivîsîn jî, çi di pirtûkan de çi di rojname û kovaran de, ev qedrê wî zêdetir dike û heger ji xwe bibe zimanê medyaya dîtbarî û radyoyan jî êdî zimanekî jê biqîmettir nîne. Di rastiyê de ziman hemû bi qîmet in ji ber ku hem dikin mirov xwe îfade bikin û hem jî dikin ku mirov di mirovên din bigihijîn. Bi heman rengî têkiliyeke wan a xurt bi nasnameya çandî, etnîk û neteweyî jî heye. Lê siyasetên dewletan, bi siyasetên ziman ên taybet têgihiştinên guhertî diafirînin ku hin zimanan ji yên din çêtir û bi qedirtir nîşan didin.

Di nava vê siyasetê de hin tedbîr û kirinên nerm, ên wekî derfetên bêhtir ji bo zimanê(n) fermî yên dewletê, teşwîqên eşkere yên ji bo bikaranîna van zimanan di perwerde, kar û medyayê de hene, lê qedexekirina zimanan, fêrnekirina wan, cudakeriya li dijî bikaranîna wan zimana ku ne zimanê(n) fermî yên dewletê jî wekî tedbîrên hişk tên bikaranîn. Bifikirin, hûn wekî zarokeke Kurd diçin dibistaneke li Tirkiyeyê! Tişta tê serê we şideteke pirr dijwar a rê vedike li ber trawmayeke giran e. Zimanê we ku beşek ji kesayetiya we û rengê xwe îfadekirina we ye tê bêqîmetkirin û pê re jî kesayeta we. Ha ev şidet jî bi Konvensiyona NY’yê ya li ser Mafên Zarokan tê qedexekirin.

Mafê hemû zarok û ciwanan li gorî konvensiyonê heye ku jiyana wan a çandî, baweriya wan a dînî û zimanê wan hebe, ev mafê wan heye, ew ji hindikahiyekê jî bin. Ji bo Kurdên li welatên Ewrûpayê jî ev yek dikare bibe bingehek ji bo argumanên destekkirina dersên zimanê Kurdî li dibistanan. Lewma di xala 30’emîn a peymanê de eşkere tê gotin ku dewletên konvensiyon mohrkirî mukelif in bi wê yekê ku derfetan biafirînin ji bo misogerkirina mafê ziman ên zarokên ku zimanekî din dipeyivin. Zarokên dinyayê hemû divê zanibin ku zimanên wan, nasnameya wan û pê re jî kesayeta wan girîng û biqîmet e, ji bo vê jî dêûbav divê bixebitin. Li vir li Elmanyayê, li Franseyê, li welatên din ên Ewrûpayê jî ev erka dêûbavan heye û ev erka dêûbavên Kurd jî heye; erê misogerkirina mafên zarokan erk û wezîfe ye ji bo dêûbavan.

Yazarın diğer yazıları