Korîdora mirovî vekin

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê, bang li rayedarên Hikûmeta Iraqê û saziyên peywendîdar kir ku ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de gavên pêwîst biavêjin.

Korîdora mirovî di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê de, ji aliyê şervanên YPG/YPJ û YBŞ’ê ve hatibû vekirin. Bi deh hezaran kes bi rêya vê korîdorê hatibûn rizgarkirin. Piştî ku herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin jî, dor li Şengalê girtî bû û hemû rêyên wê hatibûn girtin. Lewre korîdora mirovî tekane rê ya ji bo peydekirina pêdiviyên Şengalê bû û bi roleke girîng radibû. Bi taybetî pêdiviyên tenduristî, derbaskirina welatiyên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û pêdiviyên din ên jiyanî, di vê korîdorê re dihatin peyde kirin.

Korîdor di 15’ê Kanûna 2018’an de ji aliyê artêşa Iraqê ve hat girtin û bû sedema nerazîbûnan. Gelê Şengalê bi dehan caran li ser sînor xwepêşandan li dar xistin û bang li hikûmetê kir ku korîdorê vekirî bihêle. Piştî van xwepêşandanan di navbera rayedarên Şengal û Bexdayê de çend hevdîtin pêk hatin, lê heta niha jî encam derneketiye û korîdor nehatiye vekirin.

Ji bo xizmeta xelkê Şengalê

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê, li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku korîdor bê vekirin da ku karibin xizmeta gelê herêmê bikin.

Komîteyê got, ji destpêka fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heta niha, bi hevkariya Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ew xizmeta gel dikin û wiha dewam kir: “Li pirraniya herêmên ku gel vegeriyaye wan, navendên me hene û bêyî ku ti pereyî ji gel wergirin, li gorî derfetên xwe, heta niha jî em pirsgirêkên tendirûstiyê yên  gel çareser dikin.

Piştî 15’ê Kanûnê ku artêşa Iraqê korîdora insanî girt, desteka ku me ji Heyva Sor digirt, nagihîje destê me, ji ber wê jî wek tê xwestin em nikarin xizmetê ji gel re bikin.Her ku diçe derman û pêwîstiyên tendirûstiyê kêm dibin.”

Komîteya tenduristiyê da zanîn ku helwdanên wan û yên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi rayedaran re bê encam mane, û pirsgirêka wan a dermanan nehatiye çareserkirin.

Komîteyê daxuyaniya xwe bi bangekê bi dawî kir: “Em bang li Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Meclîsa Demkî ya Şengalê, Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê dikin ku bi erka xwe rabin û ji bo ku em karibin xizmeta gel bidomînin, destekê bidin me û vê piskirêkê çareser bikin. Heger gav neyê avêtin, ji îro û şûn ve wê hemû navendên me yên tenduristiyê yên girêdayî Komiteya Tendirûstiyêya Şengalê werin girtin û nikarin karê xwe bidomînin.”

ROJNEWS / ŞENGAL

Yazarın diğer yazıları

    None Found