Krîzê Başûr kop kir

Pispor dibêjin, PDK bêyî ku bi YNK’ê re li hev bike bi hin gavên yekalî dixwaze YNK’ê bikişîne nav şertên xwe. Heke YNK van şertan qebûl bike, wê hêza xwe ya li herêmê ji dest bide û bikeve rewşekê ku nema karibe Silêmanî jî bi rê ve bibe.

PDK û YNK her çendî li ser avakirina hikûmeta nû li hev kiribin jî YNK tevlî rûniştinên parlamentoyê nabe. PDK jî li ser mijara serokatiya herêmê, hikûmeta nû li gorî bernameya xwe tevdigere.

Li gel peymana ku beriya bi çend rojan di navbeyna PDK’ê û YNK’ê de hat îmzekirin jî li ser mijara Walîtiya Kerkûkê, serokkomariya Iraqê, Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û Hikûmetê guherîneke girîng çênabe, PDK li gorî bernameya xwe tevdigere.

Peyman di navbeyna du giregirên herdu partiyan de Kosret Resûl û Nêçîrvan Barzanî de hatibû îmzekirin. YNK piştî peymanê bi sê rojan tevlî rûniştina parlamentoyê nebû.

Heman rojê giregirên du partiyan li Hewlêrê civiyan. Rayedarekî ku tevlî civînê bûyî lê nexwestî navê wî bê eşkerekirin, got, civîn pirr bi rageşî derbas bûye.

PDK peymanê mohr dike lê ya xwe dike

Vî rayedarî got, li ser nîqaşa hişk, Lahor Şêx Cengî Talabanî ji civînê derketiye û ji bo vê jî her çendî li ser mijara hikûmeta nû, walîtiya Kerkûkê, walîtiya li Kerkûkê û serokatiya herêmê li hev kiribin jî, lihevkirina wan nameşe.

Li gel peymana di navbeyna PDK û YNK’ê de jî PDK bernameya xwe didomîne, plansaziya xwe dike, li gel peymanê jî di pêvajoya pêş de, serokê herêmê jî wê hilbijêre. Endamê Parlamenê yê PDK’ê Zana Mele Xalid got, dawiya Adarê, Serokê Kurdistanê wê were hilbijartin, destpêka Nîsanê jî wê peywira avakirina hikûmetê bidin namzetê Serokwezîrtiyê.

Ji bo şikandina hêza YNK?

Ji bo avakirina hikûmeta Kurdistanê gava pêşî ew e ku Qanûna Seroktiya Kurdistanê were rojanekirin û aktîfkirin; pê re jî Serokê Kurdistanê were hilbijartin. Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed li ser mijarê got, beriya Newrozê divê qanûna Seroktiya Herêma Kurdistanê were çalakkirin.

Tevî ku pispor dibêjin, PDK bêyî ku bi YNK’ê re li hev bike nikare vê bike, raya giştî ew e ku PDK bi van gavan dixwaze YNK’ê bikişîne nav şertên xwe. Heke YNK van şertan qebûl bike, wê hêza xwe ya li herêmê ji dest bide û bikeve rewşekê ku nema karibe Silêmanî jî bi rê ve bibe.

HEWLÊR

Yazarın diğer yazıları

    None Found