Kujer Tufan Kansuva hat kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Star li Mêrdînê derbên pir xurt li artêşa Tirk a dagirker dan. Di çalakiyê de Midûrê Şaxê POH’ê yê Mêrdînê Tûfan Kansûva jî di nav de 8 POH, 5 leşker û 2 kontra hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên berfireh li ser çalakiyên li Mehsert a Mêrdînê parve kir. Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî çalakiyên gerîla weha ye:

5 leşker hatin kuştin

Hêzên me li navbera herêma Meshertê û Xirbê Mirîşka yekîneya dijmin xistin kontrola xwe û 4’ê Îlonê li dijî vê yekîneyê bi taktîka sabotajê çalakî li dar xist. Di encama çalakiyê de qasî hate tespîtkirin 5 leşker hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Di çalakiyê de hêzên gerîla zirar nedîtin.

Tola qetilkiriyan hat hildan

7’ê Îlonê li herêma Mehsertê ya Mêrdinê hêzên me yekîneyeke dijmin a ji 60 kesî xist kontrola xwe û ji nêz ve derbên xurt lê dan. Di navbera hêzên me û yekîneya dijmin de nêzî 2 saetan şer dom kir û di şer de Midurê Şaxê POH yê Mêrdinê Tûfan Kansûva jî nav de bi giştî 8 endamên POH´ê û herî kêm 2 kontra hatine kuştin. Di çalakiyê de gelek birîndarên dijmin jî çêbûn, piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky û wesayîtên sivîl kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin. Heta roja 8’ê Îlonê danê nîvro di navbera hêzen me û dagirkeran de car caran şer qewimî û di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Di tevayî şer de 3 hevrêyên me ku li dijî dijmin bi rûhê berxwedana fedayî şer kirî, şehîd bûn.  Midûrê Şaxê POH’ê yê Mêrdînê Tûfan Kansûvar ku li devera Mehsertê hatiye kuştin, di qetlîamên li Kurdistanê de cihê xwe girtiye. Ev kesê ku destê wî di xwîna ciwan, jin û zarokên ku di berxwedana Nisêbîn de heye, ji aliyê hêzên me ve hatiye kuştin û tola kesên hatine qetilkirin hatiye standin.

Li Şemzînanê çalakiya sabotajê

Hêzên me 12’ê Îlonê li ser rêya di navbera Tepê Xwedê û Boxaza Grana ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê de bi çalakiyê wesayîta eskerî bi tamamî rûxandin û leşkerên di nav de jî kuştin, 2 leşkerên li derdorê jî bi giranî birîndar bûn.

23’ê Têbaxê li bejahiya navçeya Stewrê ya Mêrdinê di şer de li vê herêmê de 5 hevrêyên me şehîd bûn. Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre werin eşkere kirin

ANF / BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found