Kujerê Kurdan kuştin

Bahoz Erdal: “Ev çalakî kê li dar xistibe çalakiyeke baş û serketî ye. Em dibêjin destê we sax be û em çalakvanan pîroz dikin. Qatilê hevrê Helmet kuştin û dîsa berpirsê gelek êrişên li dijî Kurdan ceza kirin.”

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal, di bernameya taybet a di Stêrk TV de operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin, helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê, çalakiya li Huqqabaz a li Hewlêrê pêk hat, xebatên sîxurtiyê yên hewl tê dayîn li Başûrê Kurdistanê bên berfirehkirin û têkildarî mijarên di rojevê de peyivî.

Erdal di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser operasyona li Xakurkê didome û got; “Dixwazin di ser xeta sînor a wê herêmê ya Îranê re bikevin xaka Başûrê Kurdistanê. Li Xakurkê, Xinêre û dirêjiya sînor dixwazin gerîlayan derxin û hinek komên Emerîkayî bi cih bikin. Di vê de jî armanc ev e ambargoya li ser Îranê hê kûrtir bikin.”

Yê hizûrê xera dike dewleta Tirk e

Bahoz Erdal destnîşan kir ku ew pir girîngiyê didin hizûr û xweşiya Başûrê Kurdistanê, yê hizûrê xera dikin ew nînin, gerîla li Bakurê Kurdistanê şer dikin, lê belê ya hizûr û ewlehiya Başûrê Kurdistanê xera dike dewleta Tirk e û got: “Paşeroj, xweşî û hizûra Kurdistanê girêdayî tifaqa Kurdan e. Hêza herî bi bandor a li Kurdistanê PKK ye û dixwazin PKK’ê zeîf bikin. Armanceke wan jî ev e. Lewma pêwîst e mirov êrişên li Xakurkê di nav yekparetiya geşedanên li herêmê de bibîne. Weke PKK û gerîlayên tevgera azadiyê bi berxwedanê em bersiva van êrişan didin. Em bang li tevahî rêxistinên Kurd dikin, li ser bingeha yekîtiya neteweyî bên cem hev û kom bibin.”

Osman Kose dîplomat nîne

Der barê kuştina endamê MÎT´ê Osman Kose de jî Bahoz Erdal ev nirxandin kir; “Têkildarî mijarê tavilê me daxuyanî neda. Me jî xwest em tevahî rastiyên vê bûyerê fêr bibin. Der barê bûyerê de me hinek lêkolîn kirin. Encama em gihiştinê ev e: Ya yekemîn ev kesê hatiye kuştin Osman Kose dîplomat nîne. Berpirsiyarê MÎT’ê yê Başûrê Kurdistanê ye. Yanî berpirsiyarê rêxistina xebatên MÎT li dijî me ye. Di bin banê MÎT’ê de beşek heye; armanc û wezîfeya wan ew e li dijî rêveberiya me xebatan organîze bikin û rêveberiya me bikin armanc. Pîlan û xwestekên wan ên êriş û sûîqestan hene. Berpirsiyarê êrişa li dijî hevrê Helmet (Diyar Xerîb) û her du hevrêyên me ev kes e. Dîsa gelek êrişên li Başûrê Kurdistanê vî kesî koordîne dikir.

Em dibêjin destê we sax be

Li gor hemû lêkolîn û encamên em gihiştinê ev çalakî çalakiya hinek ciwanên welatparêz e. Weke çalakiya hinek ciwanên bi dildarî bi tevgera me ve girêdayî xuya dike. Ji ber ku çalakiya gerîlayan hê bi profesyonelî tê kirin. Mînak operasyona Sakîne Cansiz a gerîlayan li hemberî rêveberiya MÎT’ê li dar xistin, operasyoneke taybet bû. Di vê çalakiyê de jî hinek amatorî hene. Lê ev çalakî kê li dar xistibe çalakiyeke baş û serketî ye. Em dibêjin destê we sax be û em çalakvanan pîroz dikin. Ev berpirsiyarê MÎT’ê yê xwînmij ceza kirin. Qatilê hevrê Helmet kuştin û dîsa berpirsê gelek êrîşên li dijî Kurdan ceza kirin. Çalakiyeke hêja ye. Em ciwanên welatparêz ên ev çalakî pêk anîne pîroz dikin.”

ARGEŞ SERHAT/SARA XWÎNDA / ANF/BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found