Kûray hêjayî xelata çapemeniyê hat dîtin

Di merasîma li Washingtonê de, ji ber xebatên li qada çapemeniya azad, ji Kûray re xelat hat dayîn û Seroka saziyê Angela Greiling Keane di axaftina xwe ya li vê derê de destnîşan kir ku ti rojnamevan ji ber xebatên xwe yên çapemeniyê, nabe bên girtin û li girtîgehê bên ragirtin.

Kûray ku ji doza çapemeniyê ya KCK’ê tê darizandin û ji ber vê qedexeye derkeve derveyî welêt, bi telefonê ji rayedarên saziyê re peyivî. Kûray diyar kir ku ew vê xelatê li ser navê hemû hempîşeyên wê yên ji ber doza KCK û dozên din girtîne, qebûl dike.
Di nûçeya li ser mijarê ya li malpera Washington Postê de, bal hat kişandin ser dema dayina vê xelatê û destnîşan kir ku dayina xelatê ji Kûray re di demeke ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erodgan nêzîkatiya çapemeniyê rexne dikir, pêk hatiye.
Di nûçeyê de her weha hat ragihandin ku li Tİrkiyê ji meha Hezîranê destpêkirina xwepêşandanên Parka Geziyê û vir ve nêzî 80 rojnamevan yan ji kar hatine derxistin yan jî neçarî îstifayê hatine hiştin. 

WASHINGTON

Yazarın diğer yazıları

    None Found