Kurd demjiyana destanan dijîn

Kurd, di sedsala bîstûyekê de demjiyana destanan dijîn. Destan irade ye, cengawerî û kesayet e. Çil sal in, gelê Kurd vê qonaxê  dijî. Îro jî,  di kesayeta Koban û Şingalê de, ev xisletên zêrîn wek ala mirovahiyê tên balivandin. Dema ku şervanên YPGê û hawara Şingalê bûne yek, korîdora rizgarkirinê kirin baskên Teyrê Sîmûr, hêza kozmîk derketê holê. Ev navê efsaneyên cografîk in û di nava demê de wê bibin bingeha karakterê civakê. Ev karakterê mirovbûnê bûye nasnameya Şoreşa Rojava.
Hemberî ku rayedarên dewleta AKPê, weke her demê dest bi nîq û telaqreşiyan kirine jî; berxwedana li Koban û Şingalê wek xelekên girêdana gerdûnî hêza xwe didomînin. Îrade, cengawerî û kesayeta li hemberî hêzên dagirker, li hemberî faşîzma sedsalê û çekên giran, bûye yek û ligel şelîpana mirovên li xeta Serxet û Binxetê, tevahiya mirovahiyê himbêz dikin.
Vê îradeya ku wek destanên dîrokî derketiye holê, bûye bingeha yekîtiya giştî: Ev yekîtiya giştî li hundir û derve hêza xwe nîşan da. Ji aliyekî ve Kurd bi xwe, ji aliyekî ve Kurd û hêzên derve, di xeta mirovbûnê de têne cem hev… Ev xeta Tevgera Azaidya Kurd e!… Karakterê ku bi destanên efsaneyî derketiye holê ye. Ev karakter, tevahiya van hêzan di xeta rast de digihîne hev. Ev jî  dikare bibe çerxa guhertina destîniya mirovahiyê. Ev qonaxek giring û nazik e, lê biqasî cihanekê jî bi lîstik, davik û xefkan dagirtî ye. Divê Kurd, li hemberî lîstikan şiyar bin. Ji ber ku rayedarên dewleta AKPê, di rojên dawî de, xendekên fesadiyê di navbera hêzên Kurd de kûr dike; xendekên fesadiya navbera YPG/ YPJ û Opozisyona Suriye de dikole. Bi zimanekî çort û bêşermî gotina „me tiştek ji hevkariya stratejîk ya navbera Kurdan û hêzên global fêm nekir.“ Rast e, fêm nakin!… Hêzên har, kujer, talanker, telqareş in û naxwazin rastiyan fêm bikin. Ew bi berçavikên hêstiran li jiyanê dinêrin. Wek hêstirên şemûs, mirovên li pêş gez dikin, yên li paş jî pihîn dikin. Lewma dewleta AKPe û zihniyeta Îttîhadî dixwaze, Kurdan li derî dîrokê bihêlin.
Di demeke ku Koban û Şingal, li hemberî teknolojiya ku di destên çeteyên DAIŞê de bûye tofana dojehî û mirovahiyê dikuje, wek neştera azadî û demokrasî kar dike. Di vê tofana dojehî de, lîstik dek û dolab jî zêde hene.  Ji ber ku çeteyên DAIŞê ne tenê ye. Hewqas şer, desteka lojîstik, sewkûîdare, perwerdehî, ne karê el-Baxdadî û çend sergerdeyên ji welatan hatine komkirin e. Tiştê balkêş; Di van dek û dolaban de, eniya Timurleng Perînçek, ku li ser mîrateya tevahiya çepgir û komunîstên Tirkiyê rûdinin jî cihê xwe girtine. Ev eniya ku, şabeşxaniya darbeyên eskerî dike, di şerê man û nemanê de, dixwazin car din cografya Kurdistanê bikin gorîstan û li ser bedena Kurd  dilojarê bilorînin. Dîse: Dema ku hêzên hewayî kontaynerên alîkariyê ji Şervanên YPG û YPJê re avêtin Kobanê; rayedarên dewleta AKPê berî çeteyên DAIŞê propagende kirin û gotin, “hinek ji alîkariyê ketiye destên çeteyên DAIŞê”. Piştî van gotinan, çeteyên DAIŞê jî heman gotin bi teşqeleyên elektronîk  belav kirin.
Her kesê ku pêşketinên rojane dişopîne rastiyê dibîne. Dibîne ku dewleta AKPê biqasî çeteyên DAIŞê, edebiyata qirkirinê dike, “micalkeysî û derfehatiya” qirkirina gelan dike. Serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdogan, mîna bi el-Baxdadî re di nava diyalogê de be, got, “du roj dema Kobanê mane wê bikeve.” Lê ne derew, ne teşqele, rastiya jiyanê bandorê li mirovan, li civakan dike.
Ligel têkiliya stratejîk ya  bi çeteyên DAIŞê re, dewleta AKPê terora qirkirina civakî û siyasî li tevahiya Kurdistana Bakur û metropolên Tirkiyê jî didomîne. Kesekî kor jî, razayî jî nine.
AKPe û siyaseta dewşirmetiyê têk diçe. AKPe, sûravkê têkçûnê di serê  gel de derdixe. Kultur!.. Hêz û bedewiya  jiyanê ye. Destan jî, efsane jî, hêza kozmîk jî encamên kulturî ne û di xeta nirxên meddî û manewî de bandorê li civakan dike. Ev nirxên meddî û manewî dibine karakterê civakan. Mixabin karakterê dewleta AKPê dewşirmetî ye, bingeha zihniyeta Îttîhadî ye!… Ne dew e, ne şîr e, ne jî mast e!.. Quzelqurt e!…Ev kesayetek çîravî, bêhnpêketî ye û mafê jiyanê nade. Aşê hêrtinê, tunekirinê ye!…Destanên Koban û Şingalê, aşê hêrtina dewşirmetî û koletiyê xerab kir.  Lewma Koban û Şingal bûye şoreşa gelan û wek destîniya romana mirovahiyê derketin holê. Bê çawa Stalingrad bû xencera di dilê Hîtler û Musollînî de; Koban û Şingal wê bibe xencera di dilê Erdogan, Haşimî û Baxdadî de. Stalîngrad, di şerê duyemîn yê cîhanê de bû navê romana mirovahiyê û faşîzm gunehkar kir; Koban û Şingal jî, wê bibe romana modern ya mirovahiyê û faşîzma reş têk bibe. Ev jî wê destîniya mirovahiyê biguhere.

Yazarın diğer yazıları