Kurd li tifaqê digerin

Nûnerên Partî û rêxistinên Kurd ên pêr li Amedê civiyan doh encamnameya xwe weşandin û navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” li xwe kirin.

Li gorî encamnameyê, wê di 18-19´ê Çileyê de ji bo avakirina Tifaqa Neteweyî li Bakurê Kurdistanê komxebateke du rojan were pêkanîn.

Nûnerên partiyên kurd ên li Amedê kom bûn, di bin navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” de biryara birêvebirina xebetan dan. Partiyên kurd wê di meha çile de komxebatekê li dar bixin. Di deklarasyona hevpar a partiyan de wiha hat gotin: “Em bangî gelê kurd dikin da ku li dijî zext û zilmê hêzên xwe bikin yek. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin.”

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokrat a Kurd (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi rojeva “Yekitiya Neteweyî” li Navenda Giştî ya Partiyê Herêmên Demokratîk ya Amedê pêr civiya bûn.

Nûnerên partî û rêxistinan ên pêr civîna “Yekîtiya Neteweyî” li dar xistibûn, doh encamnameya civînê bi deklarasyonekê li otelek li navçeya Yenîşehîra Amedê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Nusretîn Maçîn û Tayîp Temel, nûner û rêveberên 10 partî û rêxistinên di deklarasyonê de cih digirin di civîna çapemeniyê de amade bûn.

Metna deklarasyona hevpar:

Me wek partî û tevgerên siyasî, di 05.12.2019an de civînek pêk anî.

Di civînê de ev biryar hatin girtin:

1 – Avakirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê;

2 – Ji bo avakirina tifaqeke mayînde, em ê çalakiyên xwe bi navê “Xebata Tifaqa Kurdistanî” bidomînin;

3 – Di 18-19ê Çileyê de, ji bo diyarkirina bingeh, çarçove, pêkhate, rê û rêbaza avakirina tifaqa neteweyî, wê komxebateke du rojan bê lidarxistin;

4 – Amadekariya komxebatê wê ji aliyê komîsyoneke ji 5 kesan pêk tê bê organîzekirin;

5 – Deriyê me li partî û tevgerên Kurdistanî yên ku di destpêka van xebatên avakirina tifaqa neteweyî de cih negirtine hemûyan jî vekiriye.

Derî li her kesî vekirî ye 

Em wek Xebata Tifaqa Kurdistanî guh didin bang û daxwaza gelê xwe û ji bo parastina destkeftiyên xwe, em jî bangî hemû rewşenbîr, rûspî û rêxistinên civaka sivîl dikin da ku werin tevlî vê xîret û hewldana me bibin û bi fikr û ramanên xwe, bi rexne û pêşniyazên xwe hêz û piştgiriyê bidin vê meşa me ya dîrokî. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin.

MA/AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found