Kurd û hêza Kurdan!

Amed DICLE

Gelê Kurd li seranserê Kurdistanê û derveyê welat bi dehan salan e, têkoşîn dide. Bi hezaran şehîd dane. Bi milyonan Kurd îro koçber in. Li hemberî dagirkerî û înkarê têkoşînek bêhempa dimeşe. Ji bo vê têkoşînê gelek partî, rêxistin û sazî hatine avakirin. Di nava van partî û rêxistinan de cudahiyên mezin hene. Lê herkes li gorî fikra xwe û hêza xwe dixwaze xizmet bike. Gel jî vê yekê dibîne û bi kîjan organîzasyonê bawerî bîne li derdora wê dicive.

Mixabin ev partî û rêxistinên Kurd heta niha ji bo berjewendiyên neteweyî li ser hin xalan li hev nekirine. Yanê; konsensusek neteweyî heta niha çênebûye. Ev jî qelsiya herî mezin a Kurdan e. Babeta vê nivîsa me ne ev e. Lê heta ku ev yek jî neyê destnîşankirin rewşa Kurdan nayê famkirin. Belê; li hemberî dagirkeran û cihanê projeyek ku hemû Kurdan temsîl bike heta niha nehatiye amade kirin. Sed hezar car mixabin îro jî nûnerên hin partiyên Kurd diçin ber deriyên dagirkerên ku kêr dane ser stûyên gelê Kurd. Heta ev siyaset hebe, konsensusa neteweyî jî nabe.

Lê li gel vê yekê, Kurd îro hêz in. Ti kes nikare vê hêzê înkar bike. Dagirker jî vê yekê dibînin. Dinya jî dibîne. Yên ku vê hêza xwe baş naxin xizmeta siyaset û dîplomasiyê ew jî dîsa Kurd in. Pêşiyên me sedema vê yekê bi gotinê dane îzah kirin; Qurmê darê ji darê ye.

Belê, li nava darê qurm heye lê ev qurm dîsa jî nekare geşbûna darê asteng û rizî bike. Geş dibe, zindî dibe. Têkoşîn her diçe mezin dibe. Hêza Kurdan îro li herêma rojhilata naverast bayek daye destpêkirin. Li pey bayê ti hêzan naçe, bi xwe bayê azadiyê daye destpêkirin. Ev têkoşîn, ev bayê azadiyê ku Kurd jê re pêşengiyê dikin bûye hêviya hemû gelan.

Kurd bixwazin nexwazin têkoşîna ku didin meşandin êdî tenê wan eleqedar nake. Hemû gelan eleqedar dike. Ji ber ku sîstema heyî xitimiye û sîstemek ku ji gelan re azadiyê bîne bi pêşengiya Kurdan tê avakirin. Ne îro be jî sibê, ne sibê be jî dusibe ev model bê bibe sitûna herî mezin a aştî û azadiyê. Sîstemên heyî yên serdest her roj dirizin, têk diçin. Sîstema ku îro gel jê re pêşengiyê dike her diçe mezin dibe. Bêguman kêmasî, astengî gelek in. Lê vîzyonek mezin ku xwe dispêre îdeolojî û tecrûbeyek mezin heye.

Li gel vê yekê hê jî çavên hin kesan li derva ye. Li bendê ne ku Emerîka, Rusya an welatên Ewrûpa werin wan rizgar bikin.

Lê ev hêzên em behsa wan dikin mîmarên vê sîstema dagirker in. Her hêz li pey karê xwe ye, derdê ti kesî ne gel e. Gel tenê dikare birîna xwe derman bike. Di siyaseta rojane, leşkeri û dîplomatîk de hemû hêz dikarin bi hevre têkiliyan deynin. Nimûne îro li Bakurê Sûrî. Lê hêzên herêmî eger bi hêz nebin, eger xwe nespêrin gel, qusirê nenêrin ti kes silav jî nade. Yanê; eger îro li Bakurê Sûrî têkoşîn xurt nebe, gel ne bi rêxistin be ti hêzen navdewletî silav nade wir. Her wiha divê neyê jibîrkirin, ev hêzên ku îro heta astekê bi Kurdan re di nava têkiliyan de ne, heman demê de bi dijminên Kurdan re jî din ava hevkariyê de ne. Û hevkariya wan kurtir e.

Bi kurt û kurmancî, siyaset û dîplomasî erê, lê bawerî bi hêzên derve re xeletiyek mezin e. Kî vê şaşitiyê bike dikare bibe sedema windakirina sedsalê. Dinya, dewletên mezin ji hêzê hez dikin. Bê hêza gel ti tiştek nabe, berovajî tişta heyî jî dikare here. Ji ber vê yekê; divê gel bi xwe, bi projeyên xwe, bi keda xwe bawer be. Û van tiştan jî ji bo siyaset û dîplomasiyê bi kar bîne. Wê demê dikare hin tiştan bi dest bixe. Di serdema me de tiştek erzan nîne!

Yazarın diğer yazıları