Kurdan qîma xwe bi Nûh tenê neanî

Gotina gelek efsaneyan bi rîtuelên dema van zêwan ve girêdayî ne. Ji ber wê, rabûna ji holê ya van zêw û mihrîcanan, hêdî hêdî rabûna ji holê ya mane û efsaneyên çiyayan û xasên wan jî îfade dike. Yanî heger ziyaretên nû û kevin ên xasên Cûdî zêw û mihrîcanên xwe ji dest bidin, ew ê efsane û maneyên xwe jî ji dest bide.

Luqman GÛLDIVE

Ji bo ku bi wê rûmet û serfiraziya hewandina bijartî û xasên Xwedê bixemilin û serê xwe di nava çiyayan de bilind bikin, du çiyayan da ber hev, du çiyayên Kurdistanê. Li aliyekî bi heybeta xwe ya bi serê xwe, na wele bi heybeta xwe ya cot, Agirî û li aliyê din zincîreçiyayên Cûdî bi wê heybeta asêbûna xwe.

Li gorî kitêbên dînên Semawî, Xweda li evdên xwe hatibû xezebê. Tofanê dinya dabû ber xwe. Ji bilî wanên di keştiya Nûh de, ji qewlê pirraniya xelkê ve di sefîneya Nebî Nûh de kes hema hema nefilitî bû. Ez dibêjim hema hema, ji ber ku dilê Kurdan qebûl nekir ku Xwedê her kesî bi agirê gunehkaran bişewitîne. Wan kir ku xwedayê aleman li pîrejineke bi tena serê xwe li gundikekî dima, bê rehmê. Ez ê behsa serpêhatiya wê jî bikim, lê ez li qayîşkêşana Agirî û Cûdî vegerim. Ji bo ku keştiya Nebî Nûh li ser wan dayne, her ku tofanê av bilind kir, Agirî xwe bilind kiriye û Cûdî jî fireh û asê. Agirî gotiye ez bilindtir im, ez hêjatir im; Cûdî jî nav dixwe daye û gotiye, ez hêjatir im. Agirî her xwe bilind kiriye, serê xwe rakiriye da ku ji ewran bibuhure û Cûdî xwe mezin, zexm kiriye.

Cûdî xwe ji sefîneyê re fireh kir

Yanî ev jî terada çiyayan bû, li hemberî hev nav dixwe didan, qebqebûya wan bû. Her cara navê yekî ji van çiyayan dibihîsim, ev qayişkêşan tê bîra min û awayê diya min behsa wê dikir: “Çiyayên li dewr û bera Cûdî, hemûyan xwe bilind dikir. Wî digot, ez ji te bilindtir im, û wî digot, na ez ji te bilindtir im.” Dayika min Cûdî bi maneya dîtina naskirinê, nedîtine. Bi gotina wê, ji bavê xwe bihîstiye ev çîrok. Malbata wî jî piştî şikestina Simko Axa ji Urmiyê koçberî Gever, Şirnex û Kercosê bûne. Yanî ev behsa hanê muhtemelen bi vî rengî li Urmiyê jî heye. Axir çi Kercos û çi Urmiye, ji van herdu mekanan ku ji wan ve ne Cûdî û ne jî Agirî xuya dike, yê bi ser dikeve her Cûdî ye. Belkî hinek bibêjin sedem Quran e; lê mesîhiyên hawîrdorê jî bi heman rengî bawer dikin ku sefîneya Nebî Nûh li ser Cûdî daniye, di nav wan de jî çîrokên Kurmancî ji ber ku belav dibin, em nikarin ji hev derêxin ka kîjanî pêşî ev rûmeta mezin daye Cûdî.

Kurdan Pîra xwe ji xezeba Xwedê xilas kir

Di Quranê de di ayeta çarê ya Sûreya Hûd de wiha dinivîse, “(Xwedê) got, wa erd ava xwe daqurtîne, û ya ezman ava xwe qut ke! Û av vekişiya, û kar çû serî. Û (keştiyê) li ser Cûdî danî.” Yanî Quran navê Cûdî hildide û “sefîneyê” datîne ser.

Ha li wî çiyayê Cûdî, pîrejineke ne di sefîneyê de jî ji tofanê difilite li gorî gotinên xelkê Kurmanciyê. Çawa ku sefîne li wê şûna îro jê re sefîne tê gotin û heta demeke ne ji mêj jî ziyaret bû, danî, Nebî Nûh û bawermendên wî ji sefîneya xwe derketin. Dîtin ku gundikekî yek malî li wir heye û ji kuleka wê malê jî dû diçe. Gava çûn û li deriyê wê malê xistin, pîrejinekê derî li wan vekir. Diyar e ku di dinya kevin de her kes bi hev re bi Kurdi dipeyivî; pîrejin jî Nebî Nûh jî bi zimanê hev dizanin. Jixwe, nizanibin jî em ji tecrûbeya Tor û Botanê dizanin, her kes xwe fêrî Kurmancî dike; ma naxwe çima li cihê ku mirovahî gava diduyê diavêje jiyanê, Kurdî hebe. Axir Nebî Nûh ji pîrejina Kurd dipirse, “Ma van çend rojên bihurî tu bi tiştekî nehisiyayî?” Pîrejin jî wiha lê vedigerîne, “Wele yabo baranê xweş dikir. Sibehê gava çûm aliyê axurê, min dît binê çêleka min, a şil e. Min got sibhanela, gelo lehî rabûye. Lê na, tine. Ne tiştek ji mala min û ne jî tiştek bi axur û çêleka min nehatibû.”

Pîkurêş e, Pîr Kurêş e

Di efsaneya xwe de Kurd wisa pîrejina bê guneh ji xezeba Xwedê Teala xilas dikin. Lê Cûdî jî dikin ziyaret. Ziyareta Sefîneyê, gundê Heştan, Şehrê Nûh (Şirnex) tenê nîne ev ziyaret. Ji Bêrivanan (Binefş Agal) heta bi Wesfî Kiliç jî gelek pakrewan tenê jî nînin. Diyar e ku Cûdiyê Miradan ne tenê bi qayîşkêşana bi Agirî re ziyaret e. Ew cîranê Mava û Bagokan e, sînorê wê hicrika Pîkurêş in. Pîkurêş, sonda mezin e. Sonda şoreşeke ekolojîk a caran e. Yanî gava dapîra min bi “wî Pîkurêşê heft gelî tijî dar kirî” sond dixwar, meraqa min ne Cûdî bû, lê ew Pîkurêş bû ku di inzîwaya çiyayan de jî bû ziyareta xelkê, û bavê dapîra min kir “koçekê” ziyareta xwe. Niha li serpêhatiya Pîkurêş dipirsim. Ji koçektiya bavê dapîra min, û ji navê Pîkurêşî bi xwe diyar e, ew Kurd e; hem bi ziman û hem jî bi baweriya xwe. Lê çima 7 gelî tijî dar kirine û gelo ew ne Pîr Kurêş be?

Û heger wisa ye, Pîr Kurêş ê li Dêrsimê, li Amed û li Botan û Torê pîroz û ziyaret, gelo dikare çiyayan bigihîne hev? Gelo dikare wê qayîşkêşana çiyayan veguherîne tifaqa çiyayan? Yanî ma Pîr Kurêşê bavê (yan jî kalê) Dizgun Bavo* gelo dibe ku bi hicrika xwe di navbera Bagok û Cûdî de be, li wan deveran heft gelî tijî dar kiribin? Dapîra min hê bi bîr tîne, gava ku diketin hicrika Pîkurêşî, silav lê dikirin, dua û tewaf dikirin, ji bo derkevin jî ticarî pişta xwe nedidan mezelê Pîkurêş, paşpaşkî ji hicrikê derdiketin. Ti carî ew ev nav, ziyaret û çiya ji hev qut nayên bîra mirovî. Jixwe, nabe ku bên bîra mirovî: Li Hezexê, nêzî Gizrê, li Newala Bîrê her sal Zêwa Pîkurêş hebûye.

Bîra kolektîf û rîtuel

Zêw, yanî mihrîcanên ji bo kesên “pîroz”, yan jî xasên xwedê tên qebûlkirin, ji bo efsane û maneyên çiyayan li Kurdistanê, heyatî ne. Lewma ji bo bîra kolektîf a li ser efsane û maneyên van çiyayan ew meydana gotinê ye, holika civat û dîwanê ye. Gotina gelek efsaneyan bi rîtuelên dema van zêwan ve girêdayî ne. Ji ber wê, rabûna ji holê ya van zêw û mihrîcanan, hêdî hêdî rabûna ji holê ya mane û efsaneyên çiyayan û xasên wan jî îfade dike. Yanî heger ziyaretên nû û kevin ên xasên Cûdî zêw û mihrîcanên xwe ji dest bidin, ew ê efsane û maneyên xwe jî ji dest bide. Bi qasî kevinan, nûyên weke Binefş Agal jî dikarin bibin ziyaret li quntarên çiyayên Cûdî li Cizîra Botan. Hingê Agirî serê xwe bigihîne ezmanan jî, Cûdî wê serbilind û şanaz be weke caran.

* Li gorî Saltik ji kalên Dizgun Bava ye. Turabi Saltik. Alevilikte Ocaklar Gerçeği ve 4 Kapı 40 Makam Öğretisi: Alevi / Kızılbaş Katliamlarına Yönelik Ferman ve Fetvalar. Stenbol 2017. r. // Lê Dêrsimî bi giştî wî weke bavê Dizgun Bava dibînin. Binihêre li Dilşa Deniz. The Path: Dızgun Bawa, As an Example of Relation between Belief and Life Style. Di; Religious Inquiries, Berg 4, Hejmar 8, Kanûna 2015’an, rûpel 63-82.

Yazarın diğer yazıları

    None Found