Kurdekî tîma xwe bi ser xist

Zak Moradî Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber penaberiya dêûbavê xwe li Başûrê Kurdistanê hatiye dinê, li Îrlandayê ji ber serketina xwe ya di sporê de tê nasîn. Ew sala 2002´yan bi malbata xwe re li Îrlandayê bûye penaber, li bajarê Tallaght dimîne û ji bo tîma spora hurleyê (gomak yan jî hokeya Îralandî) ya Leitrimê dilîze. Wî kir ku tîma wî kupaya Lory Meagar bi dest bixe.

Ew di beşa diduyê ya maça fînala kupayê de kete lîstikê û puwana diyarker ji bo tîma xwe bi dest xist û kir ku tîma wî zora tîma Lancashire bibe, bi encamake 2-23 li hemberî 2-22. moradî bi xwe pirr şa ye, ji ber ku ev yekem car e tîma wî kupayekê bi dest dixe.

Ew tîne bîra xwe ku bi ytek gotina tenê bi Ingilîzî jî nizanîbû gava hatî Îrlandayê û dibêje, di tîma wî bi xwe de herkes pê re alîkar bûye. Ji ber vê jî ew ji endamên tîma xwe re dibêje, malbata min. Navê lîstika Hurling ji kaşokê vê lîstikê tê ku jê re “hurl” tê gotin.

DUBLIN

Yazarın diğer yazıları

    None Found