Kurdên bûne Ocalan

Îro 4’ê Nîsanê ye. Di dîroka her netewekê de kêlî, dem û serdemek hemû rêveçûna dîrokê diguherîne û wateya nû dide jiyana wî gelî. Kurd ti caran wek netew nehatiye qebûlkirin ji bo wê her kesê ji Kurdistanê derbas bûye, hewl daye civaka Kurd bike ya xwe û serweriya xwe li ser bimeşîne. Li pişt siyaseta kûr a asîmîle û mêtîngeriya hişk a li ser Kurdistanê, nebûna serkerde, pêşeng û rênîşanderekî derdikeve pêşiya mirov. Di demê ku nasnameya Kurdbûnê wek sûc tl qebulkirin de, pêşengtî kirina şoreşa neteweya Kurd, di wateya rastîn de şoreş e. 

Îro Kurdan hevsengiyên heyî yên li tevahiya cîhanê û Rojhilata Navîn guherandine. Ev yek hema wisa li ber xwe ve çênebûye û nabe jî. Ger Abdullah Ocalan wek rastiya bi milyonan Kurdên azad, ji xwe derbas neba, bawer nekira ku divê ev çarenûs were guhertin, îro Kurd li cihê ku îro lê ye, nebû. Îro wek duh bû, ger Ocalan behsa duh, îro û siberojê nekira ji Kurdan re. Nasnameya kesayeta mezin a Rêber û hevrêyê mezin ê Kurdan, Kurd di wateya rastîn de bi mafê wan da nasîn. Di heman demê de bi cîhanê da naskirin. Pergala Îmralî ji bo Kurd, çawa bi xwe hesiyan, çawa hatin vê rojê û çawa gavên şoreşê avêtin, ji bîr bikin, bû. Hêzên ku dixwazin kesayeta Kurdên azad marjînal bikin û bikin ya xwe. Asta çareseriya pirsgirêkê Kurd û nîqaşên ji bo wê di asta cîhanî de dixwazin bikin ya xwe. Ev nayê qebûlkirin ji bo gelê Kurd di demekê de ku pêşengiya vê şoreşê, gava destpêkê ya vê lehiya mezin a azadiyê kesayeta azad a Rêber Apo avêtiye. Şoreşa Rojava îro şoreşa felsefeya Ocalan e û kes nikare vê înkar bike, asta jina Kurd, asta felsefeya azadî û rizgariya jinê ya wî ye. 

Hêzên ku dixwazin Kurdan fêrî nebûna Rêber Apo bikin, di xefletê de ne, nezan û hêj fam nekirine ka Kurd çima dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ davêjin. Jiyana ji rêzê yan jî Kurdayetiya bê qedir û qîmet, Kurdayetiya ku di nav pencên her cure qirkirinan de ye, li ser Kurdan hatiye ferzkirin. Çiqas tu nebî, çiqas tu bimirî, ewqas heyî. Pêşengiya vê Kurdayetiyê îro rêveberiya bê kok û bê esil, li ser Kurdan ferz dike. Îja ji bo hêj mirî bimînin, hêja aşiqê celadên xwe bimînin, hinek Kurdên serê xwe li hember mêtîngeriyê tewandine, li ser rêbertiyek mirî, çîrokên bê wate dibêjin. Wek ku ferqa serokan nîne, serok serok in. Na serokatiya ku Kurdan rojê hezarê caran dikuje û serokê ku Kurd her roj bi wî zindî dibin û jiyan dikin li Kurdistanê heye. Di astekî ku hinek kes hewl didin Rêbertiya Ocalan bi rêbertiya hinek serokeşîran re bînin gel hev û muqayese bikin. Du rastiyên li dijî hev yên wek pîrozî û bi lanet li Kurdistanê heye, wek şerê xêr û şerî yê di baweriya pîroz a Zerduştiyan de. Serokatiya pîroz a kesayetî bûye nasnameya Ocalan, bûye zarokê xêrxwaz ê sedsala 21. an. Di wateya rast de serokatiya pîrozahiyê û dawî anîn vê laneta ku siya xwe li ser bedena Kurdistanê mayînde kiriye, Rêber Apo dike. Di roja jidayikbûna serokatiya pîroz de em carek din vegerin û çend salên beriya zayîna wî temaşe bikin. Îro ger em hene, ji ber hebûna wî ye, ji bo wê jî emê dîsa her darek azadiyê ji bo wî biçînin û bêjin ‘Bê Serok Jiyan Heram e! Kurd îro bûne Ocalan û bê wî jî jiyan wateya xwe nîne. Kurdên bûne Ocalan îro hene, şer û têdikoşin, li ber xwe didin. 

Yazarın diğer yazıları