Kurdên Xiristiyan hebûn, hene?

Wer xuya ye ku di dîroka me de arşîvkirin wek çandekê bi pêş neketiye, hin arşîvên mîrnîş û kesayetiyan jî bi aliyê dagirkeran ve yan hatine talankirin yan jî hatine sotin. Ji ber vê rastiyê, dema em dikevin nava lêkolînan, ji ber ku derfetên me yên em bikanin belgeyên orjîn bibînin tune, em neçar dimînin ku agahiyan wek mînaka bi serê derziyê bîra avê kolanê ji nava lêkolînerên dagirkeran derxînin û bi vegotinên çîrok, stranên dengbêjên Kurd re birûberînin, bi wê awayî bigihîjin rastiyê.

Çend mînakên vê talana arşîvan: Mînak 1. Li gor hin daneyan dema Skenderê Girs di sedsala sisyan Berê Mîladê de li ser Medya û Prersan re digire, şirove û nirxandinê Avestayê li ser 12 000 çermên ga nivîsandîbûne. Wan hin birine û hin şewitandin e, jê tenê 17 çerm mane. Mînak II. Osmanî di ser mîrîtiya Bitlisê re digire, arşîva Mîrê Betlîsê li heft hêştiran bar dikin û dibin Stenbolê. Mînak III. Hê ji vir dehsal berê hemû pirtûkên kevn yên li Wanê bi boneya restorekirinê ji Wanê girtin û bi kamyonan birin Konyayê.

Dagirkerên welatê me ne tenê welatê me û mêjiyê me dagirkirine, her wisa em bi êl û eşîran ve parçe parçe kirine û ew parçeyên me yek bi yek bi xwe ve pînekirine. Ji bo bingehê bi xwe ve girêdanê afirandinê qaşo zanyar, profesor, mele û leleyên xwe jî kirine nava tevgerê. Beşek me Kurdan dikin Faris, beşek Tirk, beşek Ereb. Yanê bi bangaşî daneyên li ser viran em ji me dizîne, ji bo ku em nebin em, em kirinin her tişt.

Em di ronahiya van şirove û rastiyan de werin mijara xwe ya bingehîn ya li ser Kurdên xiristiyan. Baş tê zanîn ku dema baweriyekê li ser erdnigariyekê berbelav be, di pêvajoya salan û têkiliyan de ji her kom, pêkhate, gel û neteweyî derdorên wê baweriyê bipejirîne çêdibin. Xiristiyanî di sedsala sisyan de bi rêya Ermenî û Suryaniyan xwe gihand welatê me, ku di çîroka Patîkê bavê Manî û di çîroka Piyaliyê pîrê Êzdiyan de jî zelal dibe ku Kurdên xiristiyanî pejirandine jî çêbûne. Patîk bi xwe bûye endamê tarîqatekî xiristiyanan. Hevrêyê Pîr Piyalî keşeyekî xiristiyanan e.

Mîrîtiya  Mîhranî (Mîranî /Mîlanî) di navbera 500 -680 yê de  li ser erdnigariya Naxçivana îro, Qerebax, başûrê Ermenîstanê û Kurdistana sor dameziriye. Têkiliya xizmtiya wan û Şedadiyan çi ye baş ne zelal e, lê dibe ku ezbetek wan be. Mîhranî Kurdê Mesîhî ne, ango xiristiyan in. Paytextê wan bajarê Arrene bû. Dema serwerê Sasaniyan Xusrow Perwîzî III. ji bo hevdîtinekê bi mîrîtiya Mihranî re tê Arrenê û bi mîreka Mihranîyan Mihrîbanû ye re hevdîtinekî pêktîne, di wê hevdîtinê de Şîrîna xwişka Mîhrîbanûyê dibîne, evîndarê wê dibe û wê ji xwe re dixweze. Li gor daneyan Mîhranî bi devokek zarava Kurmancî axivîne. Piştî îslamiyêtê xwe gihand vê herêmê, zordestî li Kurdên Mihraniyên xiristiyan kirin, ew jî di nava Ermeniyan de belav bûn û heliyan. Heta beşek Ermeniyên Karabaxê bi eslê xwe Kurdê Mîhranî ne. Mixabin ku em li ser vê mîrîtiyê tenê ewqas xwediyê agahiyan e. Divê ez li vir têbiniyek jî daynim. Min di gotara “Ferhat û Şîrîn ji Bestûnê ne“ de nivisî bû ku “Arrene, bajarekî Azerbeycanê ye“ Hin dostan bi mafdarî rexne kirin, ji ber ku wê demê bi navê Azerî dewletek nebû. Her wisa hin kes jî ji ber xiristiyan bûyîna Mîhraniyan hewl didin ku Şîrînê wek keçeke Ermenî nîşan bidin, ev jî ne rast e. Jixwe ji navê wê jî tê zanîn.

Beşek Ermeniyên Muş, Gimgim, Xinus hetanî diçe digîhîje Patmnosê, piştî komkujiya Ermeniyan di nava Kurdan de mane, hem di warê baweriyê û hem jî di warê ziman de bi piranî helyan e. Ew ji xwe re “Bilikî“ dibîjîn. Ev nav jî kîlîteke girîng e. Lewre em baş dizanin ku Bilikî eşîreke Kurdên Êzdî ne. Li vir Almanyayê jî gelek ji eşîra Bilikiyan hene. Bilikiyên xwe Ermenî dizanin û Bilikiyên Kurd di warê sima, bejn û balê de jî gelek dişibin hev.

Bê vana li Stenbolî Ermeniyên ji xwe re Balyan dibêjin û hê jî xiristiyan in, hene. Ev jî tê zanîn ku Balyan, Balan, Balçikan, heta Balabanan ezbetên yek eşîrekê ne û Kurd in. Ji Dêrsimê belavbûne. Li gor hin daneyan bingehê wan bi pirani ji gundê Nazmiyê Bolciyê (Balica) ye.

Her dewletên ku dîn (ol) kirine xizmeta xwe, bi rêya dîn bawermendên ji nijadên cûda di nava xwe de helandine, yan jî bi hêz û teoriyên xwe yên dewletî ew dane bawerkirin ku ew jî ji wan e. Bingehê wan ji ku jî hatibe wan dibin bi nijada dewletê bingeh girtiye ve girêdidin. Mînak eger yek niha rabe bibêje ez Tirkmen im, ji Horasanê hatime, Eger Anadolu di destê Grêkan de ba, dê heman kesî bigota ez Helen im, ji Olimposê hatime. Li ser vê rastiyê; Kurdên di nava Ermeniyan de helyane xwe Ermenî, Ermeniyên bi sedan salan berê Komkujiya Ermeniyan bûne misliman û di nava Kurdan de helyane jî rasterast xwe Kurd dihesibînin. Ev di lêkolînên genan de jî zelal dibe. Bes ji ber ku Kurd ne dewlet in û polîtîka helandinê nemeşandine, yên piştî komkujiya Ermeniyan di nava Kurdan de helyane, Ermenitiya xwe înkar nakin.

Min di vê gotara kurt de li ser Kurdên xiristiyan tenê çend mînakên girîng û yên tên zanîn, dane, sedî sed hê bi dehan mînak hene. Ji ber ku mijara min Kurdên xiristiyan bû, min Kurdên bi rêya dînê îslamê xwe tirk ereb hîs dikin negirtine. Mixabin ku em Kurd  wek komên bêxwedî, li beyarên bêxwedî ne. Dema em bi xwe lênekolin, rastiyên xwe dernexin holê, bi gotineke kurt û Kurmancî “em nabin em“ wê her kes mejiyê me bişo, me têke male xwe.

Yazarın diğer yazıları