Kurdistan yek parçe ye

NÎZAM BARAN / LOZAN

Meşa Dirêj a Kurdan û dostên wan di salvegera 21’ê ya Bêbextiya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji sê baskan ve dewam dike. Baskê Cenevreyê doh qonaxa xwe ya diduyê ji Lozanê da destpêkirin. Di nava çalakvanan de siyasetvan, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û nûnnerên saziyan hene. Çalakiyê pêr ji meydana Place De Neuve a Cenevreyê dest pê kiribû û bêhtirî sed kesî beşdarî meşê dibin.

Roja yekê ya meşê li ber nûneriya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi dawî bûbû û nûnerên saziyan daxwazên xwe li vir careke din îfade kiribûn. Di mîtînga li vê derê de bang li NYʼyê hat kirin ku li dijî dagirkerî û komkujiyên li Kurdistanê êdî bikeve tevgerê.

Qonaxa doh a meşê ji Lozanê dest pê kir. Pêşî heyeteke ji çalakgeran bi nûnerên partiyên siyasî yên li Lozanê re hevdîtin kirin û li ser daxwazên xwe dosya dan wan. hevserokê KCDK-Eʼyê Yuksel Koç jî di hevdîtinan de hazir bû. Serokê Xiristiyanên demokrat li kantona Lozanê û parlamenterê heman kantonê Jerome Christen kesê yekê bû ku pê re hevdîtin hat kirin. Wî di hevdîtinê de got, “Tevî hevalên xwe yên hilêbijartî yêîn ji partiya me, em ê ji Konseya Ewrûpayê re û ji wezareta karê derve ya Swîsreyê re nameyekê binivîsin û ji wan bixwazin ji bo dawîanîna li tecrîda derhiqûqî û neinsanî ya li dijî Ocalan hewl bidin.”

Pişta xwe dan avahiyê

Piştî hevdîtinan, beriya meş dest pê bike hunermendê TEV-ÇANDʼê Amele peyivî û got, “Em ê îro ber bi wê avahiyê ve ku sala 1923’yan Kurdistan lê hat çarparçekirin bimeşin. Em li wir bi dengekî bilind bibêjin Kurdistan yek parçe ye. Li nav me niha ji çar parçeyan Kurdistanî hene. Em yek in! Em ne vê peymanê û Bêbextiya Navneteweyî qebûl nakin.”

Li ber avahiyê çalakgeran pişta xwe da avahiyê û Peymana Lozanê protesto kir.

Çalakger êvarê çûn NCDKʼya Lozanê û li vir tevlî panela bi navê “Neteweya Demokratîk û Tifaqa Demokratîk” bûn.

Yazarın diğer yazıları

    None Found