Kurdistana di Girtîgeha Hewlêrê de

Osmaniyan kîjan welat dagir dikir, berê her diştî bîr û boçûn, li gel wê dek û dolabên wir talan dikirin. Di encamê de hemû dekbazî û sextekariyên Anatolê, Ewrûpa, Efrîka û Asyayê li Stenbolê civiyan. Stenbol bû kana hemî xirabî û bêbextiyan. Lema jî biwêja “dawî li fend û fûtên Osmanî nayê” di bîran de rûnişt. Ev netewe-dewleta Tirk jî li ser vê mîrateya Osmaniyan rûnişt. Bi têkiliyên Ingilîz û DYE´yê re ev dekbazî û fêlbazî êdî bû beşek zanyariya zagonên pirtûka sor. Hemû gelên Anatolê bi azînên hovane di nava xwînê de fetisandin û li ser vê xwînê ev netewe wekî xaniyekî ji kerpîçên pijandî lêkirin. Piştî komkujiyên salên 1919- 1938´an, bingehên lîstikên xwe baş amadekirin. Di nava Kurdan de dijminahiya eşîr li dijî eşîran, Elewî û Şafiiyan, çandin. Elewî bi tirsa partiyên Misliman bi CHP´ê ve, Mislimanên Kurd jî ji tirsa “CHP were, dîn ji dest diçe” bi partiyên rastgir (DP, AP, MSP û yên din) ve girêdan.

Dawiya salên şêstî hewl dan bi sêdar û kuştinan tevgera ciwanên şoreşger ên ku mijara Kurd jî anîbûn rojevê, bifetisîne û wekî 33 guleyan gefan li Kurdan bixwin. Di salên heftêyî de Tevgera Azadî bi pêngaveke nûjen mijara Kurd û Kurdistanê xist rojeva gelê Kurd û cihanê. Dagirkerên Tirk ji bo ku bikanin tevgerê hê di despêkê de bifetisîne, cunta leşkerî anî ser kar. Lê berê li zindanan tirsa kotek û kuştinan hat kuştin, dû re bi guleya yekem ya 15. Tebaxê ew giyana tirsonek jî hate qewitandin, giyana berxwedanê hat çandin. Bi mezinbûn û berfirehbûna şerê çekdarî re, bi mînaka – masiyan bê av hiştinê – bi hezaran gund valakirin, lê ev planê jî neçû serî.

Di dawiya salên nodî de li ser stratejiyê – ya şerê rizgariya neteweyî û diyardeya Kurdistanê ji nava sinorên Tirkiyê yê fermî derxistinê – kûr bûn. Ji bo vê mînaka Ermenistanê balkêş bû, piştî komkujiyan xewjîna Ermenistanê di Erîvanê de kirin girtigehê û cihanê ev pejirand. Ji bo doza Kurdistanê bi tevahî were vemirandin, tenê di cihekî piçûk de ku bikanîna tê de Kurdistaneke di bin kontrola xwe de bigirtana, yan jî bixistana girtîgehêke Kurdan û bi Kurdan bidana pejirandin. Jiwê, li ser du konseptan kûr bûn. Wek gava yekem, bi gefxwarinên li ser Sûrî birêz Ocalan ji Sûrî dan derxistin û bi alîkariya DYE û Îsraîlê, girtin û anîn Tirkiyeyê. Di paralêla wê de li ser bingehê têkiliyên xwe yên berê bi PDK re hebû, bi rêya MÎT´ê pasaport dan Mesûd Barzanî, Celal Talabanî û hin rayedarên din. Bi gotineke kurt ji wan re rê vekirin.

Di nava çarçoveya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de DAIŞ hat damezrandin, Tirkiyeyê ji bo bikane şer ji nava sinorên Tirkiyeyê derxe, hemû endamên JÎTEM, Hizbûl-Kontra, ciwanên li dor terîqatan tev kirin DAIŞ´î, her wisa ji hemû cihanê anîn di Tirkiyeyê re derbazê binê xetê kirin. Xebatkarên balyozxana Mûsilê bi zanistî di dest wan de hiştin. Jiyana gelê me yê Rojava, Şengal, Maxmûr bi giştî Başûr kete nava xeterê. Tevgera Azadiyê neçar ma vî şerî bike. Êdî mijara şer tenê li Rojava û Başûr ping bû, hima bigire ji nava sînorên Tirkiyê hate derxistin. Tirkiye li Başûr bi hemû saziyên xwe ve bi cih bû. Xwerû rêvebiriya Hewlêrê bi giyana wî ve bi xwe ve girê da. Mîna Kurdistan tenê Hewlêr be, di cihê Başûr de peyva “Kurdistan” bi kar anîn. Heta hin rayedarên Tirk bi aşîkarî got, “Yên Kurdistanê dixwazin, bila biçin Hewlêrê!”

Ji bo ku Hewlêr wek Kurdistanê di mêjiyê bakuriyan de bide rûniştin. Qaşo pêvajoya aşitiyê da destpêkirin, hin derfet ji bo derdorên dijberên Tevgera Azadiyê afirandin, yan jî bi çavgirtinan rê da wan, bi rêya Trolerên xwe yên aşîkar û ên di nava wan derdoran de, her û her Tevgera Azadiyê guman û Başûr wek hêviyekê pêşkêş kir. Dû re kom û komikên tenê dikanîbûn li ser xala dij Tevgera Azadiyê li hev bikin, kirin nava tevgerê, TRT6 vekirin, hinên wan kişandin wir. Dîcle TV ya bi aliyê her Kurdî ve dihat sêrkirin girtin, frekansên wê dan Rûdawê. Li Enqerê Ofîsên Hewlêr û Silêmanî dan vekirin. Bulent Arinc derxistin Sefera Ewrûpayê, Burkay bi aşîkarî û qaşo rêberên Komikên din jî mîna kesên ji rêzê vegerandin Tirkiyeyê. Û Kurdistan ji Bakur qewitandin, li Hewlêrê xistin zîndana di bin kontrola Tirkiyeyê de. Hemû malper û aqildêrên kom û komikên salên heftêyî bi fermana Tirkiyeyê Hewlêr wek Kurdistan di medyayê de reqisandin, tekoşînên li parçeyên din jî wek dijberiya vê Kurdistana di girtîgeha Hewlêrê de nîşan dan. Tirkiyeyê li Başûr, Rojava û Bakur çi kir, wan ji bo rewa û mafdar nîşandana Dewleta Tirk, Tevgera Azadiyê sebep nîşan da. Hinên wan berê çûn TRT6, dû re bûn şêwirmendên Barzanî. Di encama bangaşiya xwe de rêbazeke wisa afirandin, ji bo cihan bizane Kurdistan di girtîgeha Hewlêrê de ye û heye, divê dev ji her tiştî were berdan.

Piştî li hev rûniştina Erdogan û Buyukanit, redkirina lihevkirina li Dolmabahçeyê, rakirina parêzbenda parlamenteran û bi wê ve girêdayî darbeye pazdehê Tirmehê jî destketiyên legal ên li Bakur ji holê rakirin, Kurdistan ji pirtûkan derxistin, konsepta bişaftin û înkarê bi terapiya dîn îman û Kurdistana li Hewlêrê kiribûn karantînayê, xwestin mejiyê şiyarbûyî jî kor bikin.

Dagirkirina Efrînê ne tenê dagirkirin bû, ev rasterast gefxwarineke weke “Binêre her kes li gel me ye” ye. Bi wê ve girêdayî kom û komikên Kurdan, tirolerên wek parçeyên vê çerxa bêbext her û her di nava bangaşiya Kurdistana li Hewlêrê de, bila her kes rabe dîlanê, bibêje; “aha Kurdistana me heye,” hadê em biçin, Antalya û Derya Reş betlaneyê, li ber newayê mûzîka Tirk ya klasîk û qedeha eraqê di serxwe de kin, têkevin cihana bi avzûn ya serxweşiyê.

Yazarın diğer yazıları