Kurdistanîbûn gerdûnîbûn e

Pergala Netewa Demokratîk yekane pergala çareserkirina hemû krîzên li Rojhilata Navîn e. Ev pergal dikare Rojhilata Navîn ber bi jiyana bihevre û demokrasiya rasteqîn ve bibe. Federasyona Bakurê Sûriyê mînak û destpêka pratîkkirina vê yekê ye. Di rastî de em Kurd, gelekî bi şans in ku pêşengiya pergalek bi vî rengî dikin. Modela Netewa Demokratîk ku Rêber Apo pêşniyar kiriye, vegera cewher û koka çanda qedîm a Zerdeştî ye. Her çend Kurd bi dirêjahiya dîroka talan û mêtîngeriyê de bê nefes hatine hiştin û di serî de xak û hemû nirxên wê jê hatiye stendin lê belê her tim li ser koka xwe şîn bûye û îro dîsa li ser koka xwe ji nûve şîn dibe. 

Derûniya bindestî û mêtîngeriyê bê guman li ser hemû netewên li Rojhilata Navîn bi taybet Kurdan bandorek gelekî nerênî kiriye. Ya herî berbiçav jî bê baweriya li hemberî xwe ye. Nebûye ya xwe û her tim ji bo hinekan kiriye. Ger em behsa hinek mînakan bikin; Niha nîqaşên çarenûsa Kurdan di rojevê de ye. Hinek behsa dewletek serbixwe dikin, hinek behsa federayon û hinek jî behsa xweserî û xulase mînakên wek van dikin. Lê belê ya girîng ew e ku di me Kurdan û tevahiya xelkên li Rojhilata Navîn de têgîna jiyana bihevre û hevdu qebûlkirinê çêbibe. Ev têgîn bi avabûna dewletekî, xêzkirina sînorekî, hebûna alekî tenê çênabe. Mesela em Kurd çiqasî Kurdistanî bin, ji welatê xwe hez bikin, wê xakê terik nekin, bicih nehêlin û radestî dagirkeran nekin, ewqas em ê bibin Rojhilatî ango em ê xwedî li xaka xwe ya qedîm Mezopotamya derkevin. Mirov dema di wateya rast de ji xaka xwe, welat û netewa xwe hez bike, bê ku netewperestiyê bike, wê demê mirov dikare ji xelkên din û welatên din jî hez bike û li hember cîranê xwe bi hurmet be. Jixwe şerê talan û dagirkeriyê ku niha li ser vê xakê tê meşandin di esas de bi ti awayî naxwaze netew ji hevdû hez bikin û bi hevre bijîn. Niha li Başûrê Kurdistanê behsa dewleta serbixwe tê kirin. Gelek baş e lê gelo wê bi dewleta li Başûr hemû pirsgirêk û krîzên heyî werin çareserkirin, di rewşekî ku hêj Silêmanî û Hewlêr du rêveberiyê cêwaz in. Hêj Dihok û Ranya nehatine gel hevdû, di rewşekî du bajarên dîrokî û bi taybet şûnewarê berxwedan û raperînê bûne. Lê pirsa di serê mirov de ev e; Madem li Başûr behsa dewletê tê kirin û ewqas îsrar tê kirin wê demê çima hebûna Federasyonê li Rojava ewqasî dikeve nîqaşê? 

Niha kes dijî dewleta Kurdî nîne lê ferqek gelekî esasî di navbera federasyona li Bakurê Sûriyê û dewleta serbixwe ya li Başûr de heye; Êdî dema netew dewletan nemaye, faşîzm û netewperestî nefesa dawî dikşîne. Ji bo wê jî em tenê bi navê Kurd û Kurdistanê nikar in azad bin, nikar in xwe ji bandora faşîzmê rizgar bikin. Kurdistanîbûn gerdûnîbûn e di heman demê de. Ger dewleta Kurdî li Başûr, şerê di navbera netew û mezhebên li Iraqê de zêde bike, wê xizmeta çi bike gelo. Ger ew dewlet serbixwe be û li kêleka wê parçeyek din a Kurdistanê bi îmha û qirkirinê re rû bi rû bimîne, wê demê em Kurd nabe pirs bikin, îsrara di vê dewletê de ji bo çi ye û xizmeta çi dike? Dewleta ku hêj asteng e li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî, Kurdan hêj biryara Kongreya Netewî nedane, îja behsa dewleta Kurdî dikin! Niha em werin federasyonê. Hinek rexne dikin çima navê Rojava ji federasyonê derketiye. Tu dibêjî qey kes wek wan ne Kurd e û hişmendiya Kurdbûnê derveyî wan bi kesî re nîne. Ger niha Kurdên Rojava wek ku niha behsa dewleta Kurdî li Başûr tê kirin, bikirina wê bikariyana di nava du salan de ewqas şoreşek mezin pêk bianiyana? Na! Bêguman. Belê derûniya bindestî û mêtîngeriyê di me de gelekî kûr e, mixabin. Çima em di mijara federasyonê de wisa şermok tevdigerin. Çima em di pozisyona parastinê de ne, çima em di pêşxistina pergalek ewqas bihêz û demokratîk de ji xwe bê bawer in. Ya pergala netew dewletê êdî hildiweşe lê dîsa em ewqasî li ser dimirin û heyranê wê ne. 

Pergala federasyonê li şûna netew dewleta nexweş û mirî, mizginiya azadî û jiyanek nû ye, lê çima em ewqas şermok û bi tirs nêzî pêşxistina wê pergalê dibin. Ev tirsa çi ye gelo, di rewşekî ku Kurd pêşengê pergalek demokratîk li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê ne. Nabe kes guh bide nîqaşên li ser wê ku navê Rojava di Federasyonê de hebe yan na. Ev nîqaşên kûrkirina şerê netew û mezheban e. Em nekevin vê xefika netew dewletan. Mirov bi israra di Kurdperestiyê de netewî û gerdûnî, her wiha Kurdistanî nabe. Li Kurdistanê tenê Kurd nîn in, netewên din jî hene. Kurdistan bi qasî ku welatê me ye welatê wan e jî, çima têgînek me wisa nîne ku welatek dikare ya gelek netewan be û tenê ya netewekî nebe? 

Yazarın diğer yazıları