Kurdofobiya Bavyerayê xwe çargavî berdaye

Dadgeha Munchenê, ji ber ku wêneyê Ocalan di dema protestokirina tecrîdê de rakiriye, 1200 euro cezayê pere li aktîvîsta Kurd Zubeyde Akmeşe birrî. Akmeşe jî diyar kir ku ew ê her tim daxwaza azadiya Ocalan bike.

Polîs, dozger û rayedarên Eyaleta Bavyerayê ku hêdî hêdî vediguhere ‘dewleta polîsan’, bi hinceta alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hewl didin ku aktîvîstên piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, krîmînalîze bikin.

Li ser lêpirsînên polîs û dozgeran, dadgehên li eyaletê cezayan dibirrin. Dadgeha Sulhê ya Munchenê, di doza ji ber hildana wêneyê Ocalan ya dijî aktîvîsta Kurd Zubeyde Akmeşe de biryar da.

Dadgehê îdîa kir ku Akmeşe ‘sembolên bê destûr’ nîşan dane û bi vî rengî qanûna xwepêşandanan binpê kiriye. Dadgehê bi 80 rojî cezayê pereyan li Akmeşe birrî ku wê rojane 15 euroyan bide. Akmeşe bi dayina 1200 euroyî hate mehkûmkirin. Akmeşe diyar kir ku, ew ê ceza nede û miracaetî dadgeheke bilind bide ji bo temyîzê.

‘Ez ê timî doza azadiya Ocalan bikim’

Akmeşe biryara dadgehê diyar kir, ew ji ber zextên dewleta Tirk neçar maye cih û warê xwe biterikîne û ji ber ku ji mafên mirovan ên li Elmanyayê piştrast bûye, li Elmanyayê bi cih bûye.

Akmeşe got, “Lê belê astengiyên li vê derê yên li ber azadiya fikr, ez matmayî hiştim. Ji bo bidawîbûna şerê 40 salan ê li Kurdistanê, ez daxwaza azadiya Ocalan dikim. Her wiha tecrîda li girtîgehan li dijî mafên mirovan e. Ji bo balê bikişînim ser van hemûyan min wêneyê Ocalan hilda. Biryara dadgehê min natirsîne û wê min ji nihêrînên min venegerîne. Mîna beriya niha, ji niha û pê ve jî ez ê dirûşmên xwe yên ji bo aştî û diyalogê bibêjim. Yek ji van dirûşman jî wê ‘Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re’ be.“

Schreiber wê ji ber ala YPG´ê bê dadgehkirin

Li aliyê din, serokê herêmî yê Baskê Ciwanên Sosyalîst-Die Falken, Nico Schreiber wê ji ber hildana ala YPG’ê 27’ê Gulanê li dadgeha sulhê ya Nurnberê ya eyaleta Bavyerayê bê dadgehkirin. Schreiber di xwepêşandana protestoyî ya dijî dagirkirina Efrînê de ala YPG’ê hildabû.

ANF / MUNCHEN

Yazarın diğer yazıları

    None Found