Kurmancî ji ku ye?

Her ziman berî her tiştî xwedî şûnwarekî ye. Û ew şûnwar warê wî zimanî ye. Û helbet hin cihêtiyên şûnwarî jî hene. Ev cihêtî, taybetî, rengûawa (quality), bingeh, awayê heyînê û awayê kudbariya (sustainability) zimên diyar dike. Îcar, pirsa min ev e; “gelo ji ku ye Kurdiya Kurmancî, ya ku li bakur bi her awayî tê bikaranîn?”

Pirsa min, bi warekî diyar ve heyî nabe. Berevajiya wê, bi warekî nediyar, bi şûnwarekî nediyar vebestî ye. Çendî ku em zêde li ser nesekinîne jî, wî şûnwarî, bi awayekî hebûniyê ya taybet û bi berxwedêriyeke li gorî xwe, xwe parastiye û hê jî diparêze. Û îro roj ji bo Kurmanciya li bakur dibe ‘şûnwarê zimên’.

Tim û tim gengeşe li serê hebû. Û hê jî dikude heman heftûheşt. Kurmancîaxêv û kurmancînivîs, bêyî ku bala xwe bidin awayê hebûn û xweheyîkirina peyv, biwêj, qalib û gotinên pêşiyan ên Kurmancî, di gengeşeyên xwe de, rasterast berê xwe didin gundê xwe. – Li vir gund ne şûnwar e, lê belê şûngeheke (mekan) xwelêspartinê ye. – Ev yek, ji ber hewcetiya xwelêgirtinê pêk tê. Çima? Ji ber ku em xweşikî û têra xwe hay ji rengûawa û naveroka berxwedêriya zimên nîn in. Em dibêjin, qey ji ber ku em li ber xwe didin, ziman jî bi me re li ber xwe dide.

Naxêr, em dixelitin.

Rengûawayê berxwedêriya zimên, rengûawayê berxwedêriya me diyar dike.

Baş e, îcar em bipirsin; Kurmanciyê herî zêde li ku derê, di kijan şûnwarê de li ber xwe da û dide?

Heke em bêjin bajêr, em ê ji serî de şaşîtiyê bikin. Ji ber ku ziman zêde nekariye li bajarên Kurdan li ber xwe bide. (Li vir mebest ne bajarê wekî Batmanê ye ku piştre û bi dîyarkirina dewletê bûye bajar) Helbet ev yek jî, li gorî hin bajaran diguhere. Kîjan bajar para xwe ji kapîtalîzm û hemû navgîn û pêkanînên wê zêde girtibe, ew bajar bêtir ji Kurmanciyê dûr ketiye û berxwedêriya zimên bi destê mirovan hatiye şikandin. Wekî mînak, li Entabê, kapîtalîzm û pêkanînên post-kolonyal û neo-kolonyal pirr xurt bûne, loma di warê zimên de hema bêje ti nîşane nemaye.

Herçî gund in. Rast e, em dikarin bêjin heta demekê Kurmancî li wir maye û hê jî heye. Lê belê, gava em berê xwe didin borîrojê, em dikarin bêjin, ji ber ku kapîtalîzm û pêkanînên kolonyal dereng û –hinek jî kêmbandor- gihîştine gundan, Kurmancî li gundan maye. Lê gava em ji îrorojê ve berê xwe didin gundan, heman tişt li ber me xuya nake. Çima? Ji ber ku gund bi saya çand û kelepûra çandyarî û ajalkarî heyî dibû û ziman jî pê re. Çi gava pêkanînên tekno-kapîtalîst û neo-kolonyal ketin gundan û dor li xwe berfirehtir kirin, wê hingê gund û Kurmancîya gund, rasterast berê xwe da bajêr; di ser şûnwarekî re qevaz da û berê xwe da şûngehekê; yanî, li şûna ku warê xwe li xwe bike şûnwar û li ber xwe bide, xwe li bajaran girt. Yanî, revîya; ji bo ku karibe xwe bigihîne pêşketina bajarîbûnê û serdestiya li bajêr heyî. Xwe di xwe de ava nekir. Û ji ber ku Kurmanciya gundan xwe dispart çandyarî û ajalkariyê, li bajêr zêde bi kêr nehat û zimên bi destê mirovan bi bayê bezê berê xwe da helîn û xwehelandinê.

Îcar, çi ma. Helbet man bajarok (ango navçe). Şûngehên ku gelek alîyên jiyana îroyîn û hêmanên wê, digel hev, tê de bi cî bûne; yanî hem pêkanînên kapîtalîst tê de hene hem jî kêm zêde jîyana çandinî û ajalkariyê bandora xwe lê dike. Û ji alî zimên ve, em dikarin bêjin, ev şûngeh bo Kurmancîyê hem bûne dîwarê xwelêspartinê hem jî bûne şûnwarê zimên.

Ev paldêra ku ez nivîsa xwe dispêrimê, ji ber pratîka jiyana îroyîn e. Heke em bêyî ku xwe li gotina klîşe a “Kurmancî li gundan maye” bialiqînin û li rewşa Kurmancî ya îroyîn binêrin, em ê pirr bi xweşikî bibînin ku; Kurmancî, ji bilî destkarî, ji bilî balpêdan, ji bilî hişyarkirinê û ji bilî polîtîzekirinê, bi awayekî çandî, adetî, normalî, bes li bajarokan tê axaftin; û di pirranî bajarokên Kurdan de rewş ev e. Û digel vê yekê, ev yek jî berxwedêriya Kurmancî ya di bajarokan de diyar dike.

Her wiha, gava em bala xwe didinê, ji reng û teşeya Kurmanciya gramerî a C. A. Bedirxan bigire heya vê nivîsê jî, rengûawayê Kurmanciya nivîskî jî kurmanciya bajarokan e. Yanî, di nivîs û berhemên wêjeyî de; Kurmancî bi giştî ji şêweyê vegotina gundiyane safî bûye, lê hê jî xweşikî nebûye Kurmanciya bajarî. Ji ber ku Kurmanciya di bajaran de heyî; an Kurmanciya ji bajarokan veguhastî ye yan jî bi helwêsteke polîtîk tê axaftin û nivîsîn. Herçî nivîskarên Kurmanciyê ne, wek şûngeh, bi pirranî ji bajarokan in û ev yek nîşaneyeke xurt e bo şûnwarê Kurmanciyê.

Ev rewş pirr erênî ye ji bo Kurmanciyê. Ji ber ku heke Kurmancî bi temamî ji gund bûya, ew ê têrî hin tiştan nekira, heke bi temamî bajarî bûya, ew ê ji ber kapîtalîzma hov, ji kelepûra xwe ya dîrokî a çandî û sosyo-lînguîstîk qut bûya.

Nexwe, em dikarin ji bo bersiva pirsa nivîsara xwe bêjin; şûnwarê berxwedêriya Kurmanciya roja îroyîn ku pê tê nivîsîn û xwendin, bajarok e û Kurmancî jî ji bajarok e.

Yazarın diğer yazıları