19.9 C
Berlin
Pazar, Ağustos 25, 2019
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2421

Kurmancî

Perperokên Şêrko Bêkes…

Dengê Şoreşê li kurahiya Newala Balekiyan, li şikeftekê weşan dikir. Radyoya yekane dengê Başûrê Kurdistanê ya pêşmergeyan bû. Di sala 1965’an de ciwanek dibêje ‘Vir cihê dengê şoreşê ye’ helbesta dixwîne. Ew dengê li çiyayê Kurdistanê deng da, 50 salan li Kurdistanê bû dengê şoreşê, dengê helbestê.

Helbest ‘BÊKES’ ma

Wefata Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes di nava Kurdan de rê li ber xemgîniyeke mezin vekir. Saziyên Kurd bi peyamên weşandin ji bo gelê Kurd sersaxî xwestin û soza bicîhanîna xewn û xeyalên Şêrko Bêkes dan.

PJAK ji bo Rojava amade ye

Koordînasyona PJAK’ê; “Ji bo destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê biparêzin, em di warê leşkerî de jî amade ne. Endam û gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê li cihên pêwistî pê hebe, dikare erkên xwe yên exlaqî û neteweyî bi cih bîne.”

Tirkiye alîkariyê dide

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Zagros ku li Til Xelef û Esfer Necar ê li Serêkaniyê fermandariya YPG'ê dike, der heqê şer, pevçûn û êrîşên çeteyan de ji ANF'ê re axivî.

Kurd ji aştiyê re amade ne

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) diyar kir ku Kurd ne alîgirê tûndî û pevçûnan e, lê çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê /Eniya El-Nûsra bi piştgiriya hêzên derve êrîşî gelê Kurd dikin û YPG’ê jî di xeta parastina rewa de bersivê dide. TEV-DEM’ê destnîşan kir ku gelê Kurd ji hevdîtin û aştiyê re amade ye.

Ji bo Rojava çalakî

Li Kurdistanê û derveyî welat Kurdan ji bo şermezarkirina êrîşên li dij Rojavayê Kurdistanê çalakiyên şermezkirinê lidar xistin.

Ji saziyên Başûr tevger

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê nûnerên 25 rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û oldarên îslamî bi armanca piştgiriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra û girtina deriyê Sêmalka ji aliyê rayedarên başûrê Kurdistnê ve, di salona pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê civînek lidar xistin.

Divê kongre bibe sîwan

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê Mihemed Emîn Pêncewînî têkildarî Kongreya Neteweyî ya Kurd got ku, dê ew kongre bibe sîwan.