12 C
Berlin
Salı, Eylül 17, 2019
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2430

Kurmancî

Em alîgirê demokrasiyê ne

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah diyar kir ku guhertinên li Rojhilata Navîn çêdibin guhertinên dîrokî ne û wiha got: “Ger guhertin çêbibin divê hêz di nav de cih bigirin û bi îradeya gel were çêkirin."

Misilmiyê bûye goristan

Girtîgeha Misilmiyê ya Helebê ku ev demeke dirêje ji aliyê çekdarên Artêşa Azad ve hatiye dorpêçkirin, bi hezaran girtî bûne qurbanê zexta rayedarên girtîgehê û dorpêça Artêşa Azad.

Xwedî li projeya PYD’ê derdikevin

Nûnerên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) civînek lidar xist.

‘Operasyona Şoreşgerî’

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di ‘Operayona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn Efrîn’ de 34 çete hatine kuştin û 3 gundên stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin.

Li Til Xelef operasyona YPG’ê

Çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û El Nusra yên li bajaroka Til Xelefê bi cih bûbûn, bi çekên giran êrîşî bendên YPG’ê yên Serêkaniyê dikirin. Şervanên YPG’ê pêr li dijî navendên ku çete lê bi cih bûbûn, operasyonek dan destpêkirin.

Her du saetan zarokek dimire

Li gorî daneyên saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê li vî welatî di encama şerê dijwar ê di navbera muxalefeta çekdar û rejîmê de her 2 seatan zarokek û her sê seatan jî jinek tê kuştin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Hesen Ebdulqadir (Rustem Efrînî) ji aliyê sedan kesî ve li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate definkirin.

Xweserî çareserî ye

Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku li Rojava nêzî salekê ye piştî şoreşê rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê meşandin û got rêbaza herî baş a rêveberiyê Xweseriya Demokratîk e.