8.8 C
Berlin
Pazartesi, Kasım 18, 2019
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2462

Kurmancî

Efrîniyan Meclîsa Rêveberiya Demî silav kir

Li Efrînê bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina daxuyaniya Barzanî û silavkirina damezirandina meclîsa rêveberiya demî ya hevbeş meşiyan.

Tevgera Goran: Hêzê bidin Rojava

Parlamenterê Tevgera Goran Birzo Mecîd Ebdullah piştgirî da xabatên rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê û got nabe ku PDK destê xwe bêxe nava karûbarên Rojava.

‘PKK hêviya gelan e’

Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 35’emîn de ‘Cejna Vejînê’ ya gelê Kurd pîroz kir.

Şerê dijwar

Li deverên cuda yên Sûriyeyê di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de pevçûn pêk hatin û di pevçûnan de 75 kes hatin kuştin.

‘Bi gotinan girtîgeh vala nabin’

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser sirgûnên li girtîgehan û wiha got: “Gelo ji bo operasyon û girtinên nû cih vedikin? Gotina Serokwezîr a ‘em ê girtîgehan vala bikin’ ev e? Ev gotin hêsan e, lê bi gotinan girtîgeh vala nabin.”

Banga tevlibûna çalakiyan

Koordînasiyona Yekitiya Star bi biboneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand û dest nîşan kir ku sînorê tundiya li ser jinê tune ye û li hemû welatan heman hişmendiya tundiyê heye.

Ez li benda bersiva heyetê me

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo muzakareyan 3 şert gihandine dewletê û li benda bersivê ye.

Muslîm: Ji serkeftina me netirsin

Hevserokê Paritya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê Salîh Muslim di hevpeyvîna bi rojnemeya me Yenî Ozgur Polîtîkayê kir de bersiv da sûçbarî û rexneyên rêveberiya Başûrê Kurdistanê diyarkir ku tevî PDK û hêzên girêdayî wê jî ew li gora Peymana Hewlêrê tevgeriya ne û reşkirina Şoreşa Rojava û PYD’ê wê tu feydeyê nede Kurdan.