8.9 C
Berlin
Cuma, Kasım 22, 2019
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2502

Kurmancî

Êrîş berdewama komployê ne

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê, berdewama komployê ne. PYD’ê da zanîn ku ew ê li ser felsefe û ramanên Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Di navbera YPG û Artêşa Hur de peyman

Ji bo rewşa herêma Efrînê ya şerên dijwar lê dom dikirin aram bibe di navbera YPG û Artêşa Hur de hevpeymanek hate îmze kirin.

BDP ji xwe re kirin dibistan

Li Yuregîr a Edeneyê zarokan li avahiya BDP’ê odeyek kirin pola dersan û bi pêşengiya KURDÎ-DER’ê Kurdî fêr dibin.

‘Birê’ ji nû ve zindî dibe

Ya ku Kurdistan li ser piyan hiştiye, kevneşopiya devkî, dengbêjî û lîstik in. Di wan lîstikan de berxwedêriya Kurdan, asîbûna cografya Mezopotamyayê û mînakên piştevaniya civakî tên vegotin.

Kongreya piştî têkçûnê

Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) a di bin Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî de ji damezrandina xwe û vir ve di nava 38 salan de cara çaremîne kongreyê lidar dixe.

Hedef 2 milyon îmze ne

Diyar TUHAD-DER, ji bo girtiyên nexweş stanta îmzeyan vekir. Sekreterê Giştî yê Dîyar TUHAD-DER’ê Fahri Azbay, diyar kir ku wan heta niha milyonek îmze komkirine û hedefa wan 2 milyon îmze ye.

AKP pêvajoyê têk dibe

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku AKP durûtî û sextekariyê dike û bi pratîka xwe pêvajoya çareseriyê ji holê rakiriye.

Serkeftina ciwanê Kurd

Ciwanê Kurd ê bi navê Rûslan Şaxbazov di nav bêderfetiyên mezin de bi hezkirin û baweriya xwe ya sporê gelek serketinên mezin bidest xist. Şaxbazov ê 11 sal in bi spora jûdo re mijûl dibe dibêje, “Xewna min a herî mezin; li ser navê Kurd û Kurdistanê beşdariya li tûrnûvayên navneteweyî ye.”