11.7 C
Berlin
Salı, Ekim 22, 2019
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2503

Kurmancî

Şervanên YPG’ê hatin defnkirin

Cenazeyên şervanên YPG’ê Seyîdxan Şêxmûs Hesen (Mahabad) û Cemal Mihemed Faris (Zagros) ji aliyê sedan kesî ve hatin defnkirin. Ji bo merasîma cenazeyan duh di saetên sibehê de bi sedan kes li ber Mizgefta Qasimlo ya li Taxa Xerbî ya Qamişlo hatin cem hev.

Êrîşê çeteyan dom kirin

Tevî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi munasebeta Cejna Ramazanê agirbesta sê rojan îlan kirin jî komên çete êrîşên xwe yên li ser Kurdan berdewam kirin. Li Girkê Legê, Kobanê û Serêkaniyê çetayan êrîşên xwe domandin.

Rojava cejnê pîroz nake

Cejna Ramezanê îsal li Rojavayê Kurdistanê nayê pîrozkirin. Li tevahiya bajaran gel berê xwe da goristanên û gorê têkoşêrên şoreşê ziyaret kirin.

‘Çeteyan şermezar bikin’

Hevserokên Konseya Serokatiya KCK’ê di peyama Cejna Ramazanê de ragihankin ku pêwîste alema Îslamê çeteyê êrîşî Kurdan dikin şermezar bike.

Çapemeniya Kurd a Serdema Osmanî

Kovara Kurt Tarihi du mehan carekê bi Tirkî li ser dîroka Kurdî weşana xwe dike. Kovarê di hejmara xwe ya 8'an a mehên gelawêj û rezberê de ciheke fireh daye çapemeniya ya di serdema Osmanî de.

Kûray hêjayî xelata çapemeniyê hat dîtin

Kulûba Çapemeniyê ya Netewî ya li DYE, xelata John Aubuchon a her sal dide, îsal hêjayî nûçegîhana ANF'ê Zeynep Kûray dît.

‘Li dij tevkujiyê bêdeng nemînin’

KONGRA GEL, Cejna Remezanê li tevahiya gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir û xwest bibe wesîleya aştî, yekitî û piştgiriya civakî.

KCK’ê Aram Tîgran bibîr anî

Di 5. salvegera wefata hunermendê gel Aram Tîgran de Komîteya Çand û Hunerê ya KCK'ê daxuyaniyek da û got, "Aram bi jiyana xwe ya hunerî re nîşan da ku yekitiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn gengaz e."