8.1 C
Berlin
Pazartesi, Kasım 18, 2019
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2518

Kurmancî

48 çete hatin kuştin

Li Efrînê Di encama bersiva tund ya YPG, YPJ û El Ekrad ku dan êrîşên komên çete de 45 çete hatin kuştin, 12 çete jî dil ketin destπe YPG'ê. Li aliyê din YPG'ê ragihand ku operasyona wan a ji bo rizgariya Til Koçer ber bi encamê ve diçe.

Li Washingtonê lobiya şer

Di demekê de ku mijara destwerdana Sûriyeyê li hêviya biryara Kongreya Amerîkayê ye alîgirê destwerdanê dest bi lobiya qayilkirina senatoyên ku di vê mijarê de bê biryarin kiriye.

Giranbûna dermanan rewşê aloz dike

Şer û pevçûnên di navbera aliyan de ku li seranserî herêmên Sûriyê dewam dikin, bandora xwe li hemû aliyên.

Li pişt êrîşên bombeyî El Partî derket

Li Efrînê, di operasyona hêzên Asayîşê ya der barê êrîşên bombeyî yên li Efrînê ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest danbûn, 2 kes binçav kir. Her du kesên ku aşkera bû endamên El Partî ne, li xwe mukur hatin û anî ziman ku wan bombeyên di êrîşan de bi kar anînê ji avahiya El Partî anîne..

Rojava li çeteyan teng dibe

Li Helebê di encama şerê di navbera YPG-Eniya El Ekrad û komên çete de 35 çete hatin kuştin. Li herêma Til Koçer 5 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin.

Cenazeyên 7 şervanên YPG’ê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG’ê Cûdî Doxan, Serhed Zagros, Goran Dêrik, Demhat Efrîn û Mahir Tolhildan ji aliyê sedan kesî ve li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin definkirin. Her wiha cenazeyê şervanê YPG’ê Harûn Qamişlo jî, ji aliyê sedan kesî ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate definkirin.

Demsala zimanê Kurdî

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Kobanê bi şîara “Dema fêrbûna zimanê Kurdî hatiye” civîna xwe ya salane li darxist, biryar girt ku li hemû dibistanan dersên pola yekemîn hemû bi zimanê Kurdî bêne dayîn. Her wiha biryar hate girtin ku navên hemû gund û dibistanan bi Kurdî bêne nivîsandin.

TÎGEM bûye biryargeha çeteyan

Navenda bingehîn a çek, muhîmat, alîkariya xwarinê û rakirina birîndaran a çeteyê ser bi El Qaîdeyê, ku bi piştgiriya Hikûmeta AKP'ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, Muduriyeta Giştî ya Dezgeha Çandiniyê (TÎGEM) a li Serêkaniyê ye.