2.1 C
Berlin
Cuma, Aralık 13, 2019
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2565

Kurmancî

Milyon car azadî

Komîsyona Kampanyaya Komkirina Yek Milyon Îmze ji bo Azadiya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan ragihand ku di pêvajoya kampanyayê de milyonek û şeş hezar îmze hatine berhev kirin.

Ji bo civak û rêveberiya demokratîk

Hilbijartina Meclisa Herêma Federal a Kurdistanê dê di 21'ê Îlonê de pêk bê. Beriya Hilbijartinê partiyên tevlî hilbijartinê bibin, amadekariyên xwe yên hilbijartinê û namzetan dikin.

Şahiya piştgiriya PÇDK’ê

Duh li navçeya Berwarî a gelyê Bazêya girêdayî bajarê Dihokê bi amade bûna ji xelkê herêmê û namzetên PÇDK şahiyek hate li darxistin.

Xizmên wendahiyan hesab pirsîn

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amedê aqubeta welatiyên bi navê Mehmet Omeroglu û Ahmet Şayik yên di 7'ê çileya 1994'an de li Deriyê Sînor yê Xabûra Silopiya Şirnexê ji hêla leşkeran ve hatin girtin û careke din tu agahî ji wan nehatin girtin pirsîn.

Bi sloganan oxir kirin

Cenazeyê Endamê Meclisa Leşkerî yê YPG’ê Zehredîn Elî (Çekjîn Efrîn) û şervanê YPG’ê Keder Ehmed (Hawar Efrîn) ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Xebat ya Dêrik û cenazeyên 6 endamên meclisên gundan ên Amûdê û şervanekî YPG’ê ku pêr di encama êrîşa komên çete ya li dijî benda YPG’ê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê deh hezaran ve hatin definkirin.

Ambargoyê rakin

Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî detayên encamê lêkolîna Rojava aşkere kirin. Di rapora heyetê de hate gotin ku pêwîste ambargoya li ser Rojava bê rakirin û bi lezgînî alîkarî bê destpê kirin.

Pêşengên têkoşînê

Jinên kurd ku di pêvajoya Şoreşa rojavayê Kurdistanê de tevlî nava hemû çalakiyên sivîl bûn, piştî êrîşên komên çete ya li ser herêmên rojavayê Kurdistanê dixwazin di qada leşkerî de jî bibin xwedî roleke girîng, li herêma Kobanê gelek dayikên Kurd bûne nimûneya pêşengiya vê têkoşînê.

Li dij zora ‘Ez Tirk im’ têkoşîn

Serokê Şaxa Amedê ya MAZLUM-DER Abdurrahîm Ay destnîşan kir ku ji bo sirûda "Andimiz" bê rakirin doza vekirine bê encam maye û ger pêwist be ewê serî li DMME bixin.