4.7 C
Berlin
Cumartesi, Aralık 7, 2019
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2586

Kurmancî

Berxwedana Rojava têk naçe

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku li dij êrîşan gelê Kurd wê heta dawî raweste û got, “ Tu hêz nikare berxwedana Rojava bişkêne.”

Rojava biparêzin

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê di der barê êrîşên çeteyan ên li Rojava didomin daxuyaniyekî nivîskî weşand.

Gund yek bi yek tên rizgar kirin

Şervanên YPG’ê bi operasyonên şoreşgerî gundên ku ji hêla çeteyan ve hatine digirkirin, yek bi yek tên rizgar dike. Ji hêla din ve tevlêbûna nava refên YPG’ê jî her ku diçe zêde dibe û bi hezaran ciwan ji bo parastinê di nava tevgerê de ne.

Pêşmergeyên kevin: Em ji bo şer amade ne

Encûmen û komeleya pêşmergeyên kevin, bi daxuyaniyekê êrîşên komên çete yên li dijî Rojavayê Kurdisatnê û hêzên veşartî yên li pişt van êrîşan şermezar kir.

El Qaîde darbêyên giran dixwe

Di operasyona Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a li dij komên çekdar ên girêdayî El Qaîde de li Serêkaniyê 41, li Til Koçer û Girkê Legê 25 endamên El Nusra hatine kuştin.

‘Xwedî li Rojava derbikevin’

KCD’ê têkildarî geşedanên Rojava de komîsyona ji 5 kesan pêk tê ava kir. Endamê Meclîsa BDP’ê Mazhar Zumrut diyar kir ku gelê Rojava her tim deriyê xwe ji gelê “Kurdistana Bakur” vekir û niha dor a deng dayînê ye.

Sersaxiya girseyî

Li Kobanê, Dêrik û Efrînê bi sedan kes çûn serdana konên sersaxiyê ku ji bo şervanên YPG᾿ê ku di pevçûnên dawî li herêmên Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe jidest dane hatine vekirin.

Xeyalên Kurdan pêk tên

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat, diyar kir ku civîna Kongreya Neteweyî ya Kurd di nava nîqaşên watedar û girîng de derbas bû û got, “ Wê xewn û xeyalên 200 salan a Kurdan pêk bîne.”