5.4 C
Berlin
Çarşamba, Şubat 19, 2020
Ana Sayfa Kurmancî Sayfa 2690

Kurmancî

Sersaxiya girseyî

Li Kobanê, Dêrik û Efrînê bi sedan kes çûn serdana konên sersaxiyê ku ji bo şervanên YPG᾿ê ku di pevçûnên dawî li herêmên Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe jidest dane hatine vekirin.

Xeyalên Kurdan pêk tên

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat, diyar kir ku civîna Kongreya Neteweyî ya Kurd di nava nîqaşên watedar û girîng de derbas bû û got, “ Wê xewn û xeyalên 200 salan a Kurdan pêk bîne.”

Yekîtiya Kurd wê hêzê bide

Di civîna amadekariyê ya ‘Kongreya Netewî ya Kurdan’ ku li bajarê Selahaddînê li Herêma Ferderal ya Kurdistanê pêk hat hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî beşdarbû. Turk diyar kir ku bi pêşketina yekîtiya Kurdan dê yekîtiya gelan ya demokratîk jî pêş bikeve.

Gerîlayê PJAK’ê hate bîranîn

Gerîlayê PJAK'ê Îsmaîl Yaman (Dijrabûn Şahan) ê di şerekî sala 2011'an de li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Riha Wêranşarê hat bîranîn.

Til Ebiyad ji çeteyan tê paqij kirin

Di operasyonên hevbeş yên şervanên YPG’ê û Cephat El-Ekrad de li Til Ebiyadê bi dehan çeteyên girêdayî Cephat El-Nusrayê hatin kuştin.

Rojava rûmeta Kurdan e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşên çeteyên El Qaîde yên bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tên, weke dijminahiya gelê Kurd û demokrasiyê bi nav kir.

Bendewariya yekîtiyê

Di encama komcivîna li Selehaddîn a Hewlêrê de ku partiyên ji çar parçeyê Kurdistanê beşdar bûn biryar hate standin ku Kongreya Netewî di nava mehekê de were lidarxistin.

KNK’ê biryar silav kir

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo lidarketina Kongreya Netewî zêdeyî 14 salin di nava hewldanan de ye, pêkhatina civîna amadekariyê û biryara lidarxistina kongreyê, silav kir.