Kuştina jinan şermezar kirin

 Daxuyaniya ku li Saziya Malbatên Şehîdan hate dayîn ji aliyê Seroka Meclîsa Îştarê Selamet Erdogan ve hate xwendin. Selamet Erdogan diyar kir ku, ew weke jinên wargehê ev demeke ku dixwazin li dijî van êrîşên ku zêde bûne nerazîbûnên xwe nîşan bidin û wiha berdewam kir: "Em weke jinên Wargehê dixwazin helwesta xwe li hemberî rewşa heyî bînin ziman. Bi taybetî di nava van mehên dawî de kuştinên jinan pir zêde bûye. Em vê yekê qebûl nakin û hêzên dibin çavkanîya van kuştinan şermezar dikin. Ji bo vê jî helwesta hemu derdor û jinan pêr girînge."
Erdogan di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser hêzên desthîlatdar û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her çiqas têkoşîna jinan di astekî bilind daye jî, desthilatdar vê têkoşîn û berxwedana jinan li dijî xwe xetere dibînin. Rê nadin ku jin bi vîna xwe ya azad bijîn. Berovajê vê yekê rê li pêşiya laşfiroşî, kiryarên ji derveyî çand, exlaq û hwd. re vedike. Cureyekî din yên van êrîşan jî weke di temenê biçûk de yan jî bi zorê zewicandin ferzkirin e. Ev yek dibe sedema ku di nava civakê de alozî derkeve. Di cewher de kuştina jinê kuştina civakê ye. Em van kiryarên dijmirovatî ji polîtîkaya sîstema desthilatdar qut nagirin dest. Ev yek carek din bi me dide zanîn ku çiqas pêwîstiya jinê bi xwe têgihandin û dana têghandinê heye."
Erdogan li ser polîtîkayên hikumeta AKP’ê ya li dijî jinan jî axivî û got ku bi taybetî di dema hikûmeta AKP’ê de li Tirkiyeyê kuştinên jinan pir zêde bûne. Erdogna wiha axivî: "Ew yek jî me dixe nava fikaran. Ji bo vê jî lazim e ku hemû jinên li Tirkiye û Kurdistanê û hemu derdorên demokrat di vê mijarê de hişyar bin. Tenê çend daxuyanî û xwepêşandan ji bo pêşî girtin û sekinandina wan polîtîkayên qirêj nebes in û pêwîst e ku demek ji ya din zûtir, jin bikevin nav liv û tevgerê."

 MEXMÛR

Yazarın diğer yazıları

    None Found