Leyla Guven:Têkoşîna me wê dewam bike

DÎREN YURTSEVER / MA/ENQERE

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî salekê çû Civata Giştî ya Meclîsa Tirk sond xwar û dest bi xebatên parlamentoyê kir.

Guven a ku li dijî tecrîdkirana Rêber Abdullah Ocalan 200 rojî di greva birçîbûnê de ma, got her diçe tenduristiya wê baştir dibe û wiha peyivî: “Dema di girtîgehê de bûm gelê Colemêrgê ez hilbijartim. Di girtîgehê de min biryara vê çalakiyê girt. Min got êdî gelê Kurd tecrîdê qebûl nake, divê bêhiqûqîtiya heyî ji holê bê rakirin û bi vî awayî min dest bi çalakiya xwe kir. Paşê hem li girtîgehan hem jî li gelek deverên cîhanê hevalên min daxilî vê daxwazê bûn. Çimkî ev daxwaz a milyonan bû. Birêz Ocalan gotibû ‘Hêvî ji serketinê biqîmetir e.’ Lê dîsa jî bi her awayî mirin jî tê de hebû. Di vê rêyê de belkî tiştên vegera wan tune ne jî biqewimiyana. Loma qet nedihat bîra min ku wê roj bê û ez ê bêm Meclîsê sond bixwim.”

Guven, diyar kir ku parlamento ji bo siyaseta demokratîk zemînek e û got: “Loma ez ê li Meclîsê tevî hevalên xwe bixebitim.”

 Ji bo jiyaneke demokratîk

Guven, bal kişand ser mîsyona jinên di dema çalakiya greva birçîbûnê de û got: “Wexta min sond xwar, hemû jin; Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û dayikên kitanspî di ber çavên min re derbas bûn. Tevî ew qas şideta polîsan û bêhiqûqîtiyan jî dayikên kitanspî û jinan qad neterikandin. Ez vê yekîtiyê wekî diyardeyeke dîrokî dinirxînim. Ji bo min pir girîng e. Belê, em bi ser ketin, bi awayekî zêde em bi ser ketin lê têkoşîn neqediyaye. Wê ji niha û pê ve ji bo jiyaneke demokratîk têkoşîna me dewam bike.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found