Li 26 rojnemevanan lêpirsîn vekirin!

Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê hatibû qetilkirin jî tê de, li 26 rojnamevanan lêpirsîn hate vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê xwediyê îmtîyazê yê rojnameyê Ramazan Olçen, Gerînendeyê Karê Nivîsaran Îsmaîl Çoban, rojnamevan Bişar Dûrgût, Emrah Kelekçîler, Mehmet Çetîn Altûn, Melek Bozan, Rojhat Bîlmez, Zafer Tuzun, Zeynel Abîdîn Bûlût û xebatkarên rojnameyê Elfesiya Baran, Ferît Koyluoglû, Metîn Gul, Yildirim Temel, Hamza Bîçer, Cîhan Îpek, Haci Yûsûf Topaloglû, Serdar Kale, Ozkan Ozbayhan, Seydoş Dayan, Welat Yalçin, Welat Oztekîn, Mehmet Emîn Kaya, Sidik Araz, Harûn Aydin, Mehmet Şah Aydemîr û Mehmet Selîm Azçalişan de lêpirsîn da destpêkirin.Heta niha 6 rojnamevan û 3 xebatkarên rojnameyê yên berê îfade dan.

Li Rohat Aktaş jî lêpirsîn hatî vekirin

Rojnamevan û xebatkarên ku çûn îfade dan, pirsên wekî “gelo têkiliya we bi rêxistinê re heye? Hûn di nav rêxistinê de kê nas dikin?” hatiye kirin.

Balkêş e ku derbarê Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Rohat Aktaş di 13’ê Sibata 2016’an de li Cizîrê tevî 60 kesan hatibû qetilkirin.

ANF/AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found