Li bajarê şewitî tirsonek bûne wêrek

Bêbextiya herî mezin ji dîrokê re ew e ku tu rastiya heyî berovajî bike, tu zaliman deynî cihê qehremanan û tu tirsonekan jî daynî cihê wêrekan. Dema mirov li nav kuçe û kolanên Şengala wêranbûyî dimeşe di serî de ev tişt tê bîra mirov. Dema mirov di her çend metreyan de rastî gorên komî yên ku hinek ji wan hatiye vekirin û hinek ji wan jî hêj nehatine vekirin, rast tê. Mirov carna ji bîr dike ku em di sedsala 21. an de ne. Dema bajarek wêranbûyî li pêş mirov derdikeve ku kevir li ser kevir nemaye, gelek avahî hatine şewitandin, mirov xwe di sedsalên berê de dibîne. Bajarên şewitî yên di çîrokan de tê bîra mirov. Lê were û bifikire ev hemû rastî ne, ew jî di sedsalek ku herkes ewqas behsa azadî, demokrasî û mafê mirovan dike. Wer xuya dike sedsala me sedsala herî bêpar ji azadî û demokrasiyê ye. 

Li Şengalê dema mirov xwe ji çiyan berdide xwarê rêyek dûr û dirêj diçe heta bajarê Şengalê. Li Kêleka rê, bi dehan maşînên şewitî hêj li wir bicih mane. Li ber her dîwarekî, li ser her kevir û berekî zarokekî ku serê xwe daniye û can daye, tê ber çavê mirov. Lê tişta ku mirov gelekî pê diêşe û ji her tiştî êşa fermanê çend qatî dike, helwesta kesên ku rojekî ew gel di devê guran de hiştin û reviyane. Dema mirov dikeve bajêr mirov bi tiştên sosret re rû bi rû dimîne. PDK’ê di her metreyekê de alek xwe daliqandiye. Malên wêranbûyî bi ala xwe xemilandiye. Ya rast dixwaze bi alê rûreşiya xwe veşêre. Gelo li bajarekî ku hestiyên mirovan di bin erdê de nale nalê dike, mirov bi daliqandina ala xwe pîrozbahiya çi dike. Gelo bi daliqandina wan alan wê bikarin dîrokê şaş binivîsin û mirovan bixapînin? 

Û tişta herî balkêş ez ji we re bêjim. Li ser rêka ku mirov diçe çiyayê Şengalê, girek pir stratejîk heye. Li ser wê girê beriya fermanê doşkayek pêşmergeyan hebûye. Lê dema DAIŞ dikeve bajêr, pêşmerge çawa ku gelek cih berdan, wê doşkayê jî berdidin û diçin. Ji wan 12 siwariyên gerîla ku bi qehremanî şer kirin û gel gihandin korîdora mirovî, gerîlayê bi navê Rodî doşkaya ku pêşmergeyan berdane û revîne, bikar tîne. Bi seatan gerîla Rodî wê doşkayê bikar tîne, heta gel ji jêrê xwe digihênin çiyan. Lê dema mirov niha li cihê wê doşkayê temaşe dike, PDK ji bo ku wê rastiya dîrokî û wê qehremantiyê veşêrin, wek sembolîk doşkayek danîne û ala xwe jî dîsa danîne ser. Li wir jî nivîsek nivîsandiye ku pêşmergeyan çawa bi qehremanî ew doşka bikar anîne û xelkê Êzîdî parastine. Werin ji xwe re vê sosretê mêze bikin ku çawa yên bazdane bûne qehreman. Ev rastî nabe ku were veşartin, nabe were ji bîrkirin ku çawa PDK’ê bi suniyên Ereb ên nav bajarê Şengalê re lihev kirin ku dema DAIŞ kete bajêr hemû deriyê bajêr girtin û nehiştin xelk derkeve. Nehiştin xelk birevin û rastî komkujiyek mezin hatin. 12 siwariyên gerîla ku gelek ji wan hêj li Şengalê ne, rastiya dîroka berxwedaniyê ne. Ew Dewrêş û siwariyên wî ne ku heta negihêjin evîna xwe ya rast li ber xwe dan û şer kirin. Kes nikare vê berxwedaniyê wisa bi hêsanî bike malê xwe û kes nikare vê dîrokê ewqasî berovajî bike. Ew dîrokê berovajî dinivîsin, ew doşka danîne ber çavê her kesî û mixabin kes dengê xwe ji vê re nake. Erê! Li bajarê şewitî tirsonek bûne wêrek. Dixwazin rastiyek mezin veşêrin, ji bo wê bi sembol û alan dixwazin xwe ji vê sûca dîrokî rizgar bikin. Dîroka tirsonekan tu caran nikare siyê bixe ser dîroka wêrekan. Îro kes behsa tirsonekan nake, kes pesnê revokan nade, qehreman her tim awazên ser ziman in û ew lorîka dayikan in li ber guhê zarokên Şengalê. 

Yazarın diğer yazıları