Li Başûrê Kurdistanê pêngava RJAK´ê ya semîneran Li dijî şidetê têkoşîna jinan

Bi rasthatina 25´ê Mihdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta Beramberî Jinê, li gelek navçeyên Başûrê Kurdistanê RJAK´ê rêzesemîner organîze kirin.  Ji bo xwendekarên Dibistana Navîn û Amadeyî li Çemçemalê bi vê munasebetê semîner hatin dayîn. RJAK’ê li dibistaneke keçan a Ranyayê jî bi wesîleya  25’ê Mijdarê semînerek da. Di semîneran de peyama, şideta li dijî jinan wê bi rêxistinbûn û serwextbûnê bê bêtesîrkirin û lipeyhiştin.

Rêzesemînerên ku RJAK´ê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta beramberî Jinê organîze dike, didomin. Di çarçoveya bernameyê de pêr û doh jî li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji bo xwendekarên dibistana navîn û amadeyî du semînerên cuda hatin dayîn.

Berxwedana li dijî Şidetê

Di semînerên li dibistanên Midya û Makam de bi sedan xwendekar beşdar bûn. Di semîneran de ku yekê ji rêveberên RJAK’ê Nazenîn Mehemed Elî dan, mijarên weke, “Li hemberî şîdetê mirov çawa dikare li ber xwe bide, divê jin xwe çawa biparêzin, divê li hemberî zewacên di temenekî biçûk de çawa mirov têbikoşe” hatin minaqeşekirin.

Di semîneran de hat gotin, heger jin birêxistinkirî û yek bin, dikarin xweparastina xwe bi awayekî herî baş bikin û sîstemeke mînak ava bikin. Berxwedana dîrokî ya jinan li Kobanê û Şengalê û destketiyên bi van têkoşîn û berxaedanan wek mînak hatin nîşandan.

 

Serweriya mêr dibê bê tinekirin

Di semîneran de hat diyarkirin ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê şideta li dijî jinê zêde bûye, li ser mijarên mînakên li Dûzxurmatû û Kerkûkê û pêşniyazqanûna li Parlamena Iraqê ya rê li ber zewicandina zarokên 9 salî vedike, hat rawestîn. Hat destnîşankirin ji bo rê li ber tiştên wiha bê girtin û zêhniyeta bi serweriya zilam divê bê tinekirin da ku jin parastin û rêxistinbûna xwe ava bike û serwext bibe.

Xwendekaran elaqeyeke zêde nîşanî semîneran da, nexasim jî mijarên, li hember şidetê jin wê çawa xwe biparêzin, zewacên di temenê zaroktiyê de çawa wê bên astengkirin li navenda pirsên wan bûn.

Semîner bi bersivên ji pirsên xwendekaran re bi dawî bû.

Li Ranya jî ji bo xwendekaran semîner

Pêr êvarê li navenda Raperîn a Ranyayê Rêxistina Jinên Azad a Başûrê Kurdistanê (RJAK) bi wesîleya 25’ê Mijdarê li dibistaneke amadeyî ya keçan semînerek ji bo xwendekaran da.

Endama Rêveberiya RJAK’ê Destan Merûf semîner da. Merûf di semînerê de got, “Îro bi saya berxwedana jinên wek Leyla Qasim, Zîlan, Destîna, Bêrîtan, Sakîne Cansiz, Şîrîn, Arîn Mîrxan û hemû şehîdên di oxira rizgarkirina Kurdistanê de li çar parçeyên Kurdistanê canê xwe feda kirin, destketiyeke mezin bi dest xistine.”

Heta jin azad nebe ,civan azad nabe

Destan Merûf wiha dirêjî bi axaftina xwe da; “Rêber Apo dibêje, heya jin azad nebe civak jî azad nabe. Ji lewma jin hem û stûnên jiyanê ne, hem eger li hember wê şaşî were kirin, wê ew  jiyana ku li ser hatiye avakirin jî biaxive.”

Merûf di semînerê de îşaret bi berxwedana jinan ya li Kobanê kir û got: “Berxwedana jinan a li Kobanê îsbat kiriye û daye nîşandan da ku ka îradeya jinan çiqas bi hêz e. Eger jin bixwaze dikare civakê pirr baş perwerde bike. Ji ber ku jin ji jiyanê fêm dike.”

Destan her wiha anî ziman ku nabe têkoşîn tenê bi 25’ê mehê re sînordar were hiştin û wiha axivî; “Divê em her derê bikin qadên têkoşîn û xebatê. Ji lewma em weke RJAK´ê, xebateke demdirêj ya ji bo azadî û wekheviyê geştir bikin.”

Semîner bi wergirtina nihêrînên beşdaran bi encam bû. 

ÇEMÇEMAL / RANYA

Yazarın diğer yazıları

    None Found