Li ber derî kon vedan

Şengalî çalakiya xwe ya li dijî girtina korîdora mirovî ya di navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de dewam dikin.Pêr gel li hev kom bûn û konê nobetê vedan.Bi seden kes beşdarî çalakiyê bûn. Herwiha gelek serokeşîrên Ereb ên li Şengal û derdora wê ji bo piştgiriyê serdana çalakiyê kirin. Şengaliyan eşkere kir ku heta derî neyê vekirin wê çalakiya xwe berdewam dikin.

Herî dawî hikumeta Iraqê 15’ê Kanûna 2018’an  korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de girtibû. Li ser israra xelkê Şengalê û çalakiya nobetê derî hat vekirin. Lê rayedarên Iraqê soza xwe pêkenanîn û careke din korîdor girt.

 ŞENGAL

Yazarın diğer yazıları

    None Found