Li Berlînê baran dibare

Li Berlînê îsal zikê esmanî qul bûye, bê navber, bê rawestan, bi şevan û rojan baran dibare. Hemû demsalên vî welatî û bajarî kêm an jî zêde bi şiliyê derbas dibin. Lê bi rastî jî îsal ne ji salan e û baraneke nedîtî an jî kêmdîtî dibare. Wisa ku car bi car hind deverên çal ango kûr tije av dibin, mirov nikarin di riyan de bi hêsanî derbas bibin. Ew Berlîna ku bi binesaziya xwe navdar e li hemberî vê rewşê bêçare dimîne. 

Vê gavê dîsa tiptipa wê ji serê banî tê, şingeşingê ji caman tîne, dengê bayî jî tevlî vê senfoniya sirûştî dibe û yên di odeyên xwe yên germ de çaya wan li ber wan, geh li lehiya li derve rabûyî temaşe dikin û geh jî li TV´ya vekirî dinihêrin. 

Ji bo kesên wiha berf an baran, an jî zîpik zêde tiştekî naguherîne. Wek gotina Serhediyan: Xema qulingê ye ku Mûrad rabûye! 

Niha darên ixlamûran, çinarên sedsalî û baxçeyên şaheser yên Berlînê li ber vê baranê xwe dişon. Niha kolan û bûlvarên fireh, qadên navdar, girava mûzexaneyan, qubeya parlamenê, qûleya bilind, gorên feylesofan, yên şaîr û şoreşgerên efsanewî ji vê barana ku wek lehiyekê berjêr dibe, para xwe digirin. 

Helbet rewşa dinê li her derê û ji bo her kesî ne wiha ye. Niha li gelek deveran gelek kesên ku ji bo rawestîna baranê lava dikin jî hene. Vê gavê bi hezaran mirovên li ser rê û dirban penaber û belangaz di daristanan de bê talde û parastin jî hene û bêguman ew naxwazin piçek jî bi ser wan de bibare. 

Wek xortê Elman yê li goşeyê, li ber deriyê metroyê rûniştî, ew jî zêde ji baranê hez nake. Cihê wî tim ew der e, ew der him mala wî û him jî karxaneya wî ye. Elman ji bo kesên wisa dibêjin –pena- mirov dikare wek derbeder li Kurdî wergerîne. Gava baran dibare pançoyekê dikişîne ser serê xwe, mişkê xwe jî hembez dike û li benda sekna baranê dipê. 

Xortê Elman ku ji bo gelekan babeta matmayînê ye, rewşa xwe wiha şîrove dike: “Ez mirovekî şoreşger im, bimirim jî destê xwe li ber dewletê venakim, lewre ez dizanim ew çi dide û çi distîne!”

Xortê ku bi parsê dijî, standina alîkariya ji dewletê wek karekî pirr kirêt dibîne. Alîkariya mirovan wî aciz nake û dibêje: “Gel bi dilê xwe dide min, ev ne kêmasî ye.” Bi her halî cihêrengiyekê dihewîne. Xort bextewar e, mişkê gewr ê ku li ser û çavên wî digere, bi destê xwe xwedî dike. Hezkirina Elmanan a ji bo mişkan jî bi serê xwe babetek e, wisa ku ji hezkiriyên xwe re jî dibêjin, Mişkikê yan jî mişka xweşik! 

Li Berlînê baran dibare, kolanên ku di çar rojan de disincirin û hêdî hêdî bîn bi wan dikeve bi lêmişta xwezahî dihêne şûştin, darên akasya, kestane û ixlamûran pelên xwe dadiweşînin, hawîrdor bi bêhna li gel baranê ya dar û kulîlkan ve tije dibe. Li ber pencereyê, di xaniyê germ de temaşekirina li vî dîmenî gelekî xweş e, lê ji bo hinekan ev xweşî û şadî dirêj dewam nake, lewre TV´ya vekirî dîmenên dijber didin nîşan. Li gelek welatan û li gelek deveran mirovên ku ji ber heman rewşê li dijî Yezdanê Baranê serî hildidin û sixêfan dikin jî hene. 

Xaniyên wan eger hebin jî ne hinde qewî û saxlem in, yên bê xanî û star jixwe di halê ne hal de ne. Kolanên wan û binesaziya bajarên wan ji çaran yekê barana Berlînê jî ranagirin, evqas lehî, ev şetên pêl bi pêl radibin bi ku ve diçin, di ku de wenda dibin? Pirr ne, piştî saetekê lê meyizîne, mîna ku te xeyalek dîtibe, ango derewek hatibe kirin. 

Ev bajar bi baranê paqij dibe, bi baranê şên û şahîk dibe, bi baranê xweza nefesê distîne û mirov jî ji xwezayê werdigirin. 

Bi gotineke din, baran pakî û paqijî ye. Vê gavê nûçeyeke din dihê ser ekranê: Elmanya îsal bi buhayê 5 milyon û 600 hezarî çek firotine Tirkiyeyê. Vêca di bin barana boş de xeyalên tank û panzeran li pêş çavên mirovî peyde dibin, dîmenên jin û zarokên kuştî û li pey panzeran girêdayî zindî dibin. 

Belê baran pakî ye, lê derya jî nikare rûyên reş pak û spî bike. Gotina xortê parsek ango şoreşger a li ser dewletê dihê bîra mirovî. Paqijbûna xweza û hawîrdorê ne wek ya rûyê mirovên dilkirêt e. Lewre wijdanên tehnîgirtî bi avê nayên şûştin. 

Yazarın diğer yazıları