Li Berlînê hovîtî

Dîdeban

Roja şemiyê Kurd li paytexta Elmanya Berlînê ji bo balkişandin û protestokirina ser babeta qedexekirina al û sembolên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hêzên leşkerî YPG – YPJ ê di xwenîşandinekê de li hev kom bûn.

Ji bo vê çalakiya dîrokî ne tenê Kurdên li Berlînê her wisa ji Kassel, Dressden, Hannover, Hamburg û deverên dîtir jî gelek welatparêz li navenda bajêr amade bûn.

Gelek ji wan li gel meha rojiyê, di bin tava sincirî de bi saetan li ber xwe dan û li gel texmîn dikirin ku dê rastî êrşan jî bên, heta dawiyê meşiyan.

Wek tê zanîn dewleta Elman ji ber têkiliyên kirêt û berjewendperest yên bi dewleta dagirker a Tirk re ji sala 1993 an ve li dijî Bizava Azadiyê ya Kurd di nav hewldanên qedexekirin û çewsandinên cûrbicûr de ye.

Ji sala 1993 an ve ji ber van qedexe û êrîşan stem û neheqiyên bêhesab derketîn û rûdayîn. Ji kuştina xortê Kurd Helîm Dener bigir heta bi hezaran kesên hatîn lêdan, birîndarkirin, girtin û wisa jî yên ji Elmanya hatîn derkirin jî ji xwe hejmara wan nayê zanîn.

Ev hejmar, hesab û kiryarên ku wek lekeyeke reş li ser eniya siyaseta dewleta Elman e û ji bo mirovahiya pêşverû jî şermeke mezin e di romana nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç a bi navê Bextê Dagirkirî de bi hûrgilî û berfirehî hatine nivîsandin. Aykoç pir bi zelalî daniye holê ku ew qedexeya li ser Kurdan di encama çi û kîjan lîstikan de encam dayîn. 

Heftêya borî her wiha Helmot Kohl jî mir. Kohl ji bo kapîtalîst û serdestan helbet lehengekî efsanewî bû! lê mixabin ji bo hejaran û gelê Kurd jî bi sûcdariya gendeliyê û rista xwe ya di qedexeya li ser rêxistinên Kurd de di hiş û bîra mirovan de ma. 

Berlîn jî ji salên biryara qedexeya li ser PKK ê û heta niha her qada têkoşîna di navbera gelê Kurd û dewleta Elman de maye. Li vî bajarî gelek caran dîmenên sosret û dere-mirovî rûdidin. Gelê ku ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya Rêberê xwe, ji bo mafên xwe yên bingehîn û wek şîrê dayîkê helal derdikeve qadan û xwe nîşan dide gelek caran rastî êrîşên hovane yên hêzên dewleta Elman tê. 

Ji wan bûyeran helbet Kurd gelek xesaran dibînin, lê bêguman rûmeta gelê Elman, dîroka dirêj a demokrasî û mafên mirovan ya li vî welatî jî xesarê dibîne. Ev dîmenên ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker baş tîne ber çavan ji bo Elmanya jî ciyê daxê ye. 

Divê rayedarên Elman ji bîr nekin ku Elmanya ne tenê ji dewlemendan, fabrîkên tank û panzeran û bazirganên çekan pêkhatî ye. Dûr an jî nêz wê gelê Elman ji vê polîtîkaya kirêt re bêje: NA. Lewre di dîroka Elmanyayê de kiryarên wiha rûmetdar jî gelek in.

Yazarın diğer yazıları