Li Berlînê Konferansa Dîplomasiya Kurd

Pêşengê şoreşa gundiyan a Meksîkayê Emîlîano Zapata di salên 1920´an de wiha gotibû, "Li hemberî zaliman hûn nikarin bi rahiştina şepqeya xwe edaletê bi dest bixin, encax hûn dikarin bi çeka xwe edaletê pêk bînin."

Dawiya heftêya bihurî li Berlînê, duyemîn Konferansa Dîplomasiya Kurd hat lidarxistin. Ev konferansa ku gelek sazî û rêxistinên siyasî, civakî û dîplomatîk yên Kurd û Elman anîn cem hev, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, NAVDEM´ê ve hatibû amadekirin.

Salona konferansê ya aîdê Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) ya bi navê Karl Liebnecht Haus bi wêneyên dîplomatên şoreşger ên Kurd yên weke, Sakîne Cansiz, Hûseyîn Çelebî,Engîn Sîncer, Mehmet Aksoy û wekî din, û di bin gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Eger dixwazî bijî, nexwe di nav azadiyê de bijî" de hat birêvebirin.

Di konferansê de saziyên wek Civaka Azad,  Komela Azadî, ISKU, Tatort Kurdistan, YXK, JXK, Cenî û Însîyatîfa Azadiya Ocalan beşdar bûn. Her wisa di asta hevserokiyan de KCDK-E, NAVDEM, KNK, parlamentera Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemîr, ji HDP´yê Tugba Hezer, Faysal Sariyildiz, Leyla Îmret, ji Lîga Navneteweyî ya Mafên Mirovan, Rolf Goşner, nûnerê Azadî Elmar Millich, nûnerê Rojava yê Elmanya Mesud Hasan û parêzer Mahmut Şakar jî tevlîkonferansê bûn. Hêjayê gotinê ye ku li gel van sazî û kesayetên hejmartî jî di herdu rojan de bi dehan nûner û kesayet tevlî bûn û bi baldarî guhdariya gotar û axaftinan kir.    

Li jor bi baldarî me navê salona konferansê destnîşan kir, lewre du salonên berê hatibûn girtin, ji ber sedemên ne zelal, hatibûn betalkirin. Ango gava babet Kurd û Kurdistan be û nemaze mijar jî têkiliyên Kurdan yên dîplomatîk û karên derve be, li navenda Elmanyayê jî bi hêsanî cih û war peyde nabin. 

Di salonê de sembolên YXK û JXK´ê li gel dirûşma, ‘Ciwan siberoja me ne’ hatibûn hilawêstin.  

Dîsa divê mirov diyar bike ku ev cûre konferans li Elmanyayê cara duyemîn e dihê pêkanîn, ji vê jî mirov têdigihije ku di vî warî de dîrokeke Kurdan a pirr kevin nîne. 

Her çiqas di dîroka sedsalî de Kurdan jî di qada dîplomasiyê de hin xebat kiribin û hind kesan wek dîplomat di qada navneteweyî de derxistibine pêş jî, mixabin mirov nikare birêkûpêk behsa xebateke xweser a dîplomasiya gelê Kurd bike. 

Helbet divê mirov mafê kesayetên wek Şerîf Paşa, birayên Bedirxanî û Şerîf Wanlî jî binpê neke. 

Di konferansê de aliyên herî zêde bal kişandî jî ev bûn; Konferans ji demeke dirêj ve û bi hendazetî hatibû organîzekirin, li gel nûner û kesayetên Kurd bi qasî sih Elmanî jî di herdu rojan de li salonê amade bûn. Wergerên rasterast yên Elmanî, Tirkî û Kurdî di karê xwe de serketî bûn. Babet û naverok tije bû. Ramanên rêbertiyê, Ekolojî, Xwîşk û biratiya di navbera bajaran de, nihêrîna li ser jinê, li gel zextan jî hevkariya bi Rojava û Şingalê re û ya ku van hemûyan jî dihewîne, dîplomasiya gel ango dîplomasiya di navbera gelan de bi zelalî hatin pêşkêşkirin.

Namilkeyeke piçûk a bi navê, "Karê derve çawa dihê birêvebirin" jî hatibû amadekirin. Helbet divê mirov navê kovara demdirêjî ya bi navê Kurdistan Reportê jî ji bîr neke.

Di bin ronahiya van agahiyan de gava pirsa gelo Kurd ji dîplomasiyê çi fêm dikin, dihê kirin, ev raman derdikeve pêşberî mirov: "Bi kevneşopiya neteweya demokratîk ve, dîplomasî vediguhere alaveke bêhtir a aştî û hevkariya di navbera civakan de, dîplomasiya ku wek rêbazeke danûstandinên afirîneriyê cihê xwe digire, li karê xwe yê bingehîn ê çareserkirina pirsgirêkan vedigere. Ne alav û navgîna şerî ye, nemaze alava aştiyê û ya karên sûdewer e. Karê ku tê de mirovên zana û rûspî kar dikin û wezîfeyeke exlaqî û polîtîk îfade dike. Bi taybetî jî, têkiliyên dostane yên di navbera gelên cîran û eqreba de, wisa jî di geşkirina wan têkiliyên sûdeweriya beramberî de bi roleke girîng radibe. Hêza hevpar a sazkirina civakîbûnê û hêza wê ya ramanî ya bilindkirinê ye." Wê demê mirov dikare bi hêsanî pirs bike, ka gelo kî û çima ji ramaneke wiha şik dibe, ditirse an jî dijberiya wê dike?

Di herdu rojan de Kurdan û dostên wan her li ser hewldana têkiliyên di navbera gelan de sekinînîn. Di yek gotinê de jî behsa sûd û feydeya şer û pevçûnan nehat kirin. Ji bo girîngiya dîtinên birêz Ocalan ku beşek jê li jor jî, hat pêşkêşkirin, tim modela Rojava wek nimûne hat dayîn. Kurdan çawa karî li erdekî ku vegerandibûne çolistana gelan, ew baxçeyê rengîn ê çandan ava bikin? 

Di encamê de di her gotarê de ew gotina Zapata dihat bîra mirovî, ya rastî Kurd bi ti awayî destê xwe ji ti hêzê re venakin, lava û fîzar nakin, li welatê xwe şerê man û nemanê dikin lê li derve jî têkoşîneke cihê şanaziyê û bi serbilindî dimeşînin. Gava behsa wêrankirina welatê xwe jî dikin ku gelek hêzên serdest yên dinê jî hevparê wê qedera bêyom in, dîsa jî banga hatina ser riya dostaniyê dikin. Encama ji herdu rojan derketî jî ev bû: Destekî me li ser birîna me be jî, destê din ji bo banga serkeftinê tim li hewa ye. 

Yazarın diğer yazıları